Li Afganîstanê êrîşeke din a hewayî: Herî kêm 14 sivîl mirin

Li wîlayeta Kûndûzê ya Afganîstanê ji ber êrîşeke hewayî gelek kes mirin ku jin û zarok jî di nav de hene.

Li cihekî nêzî paytexta wîlayeta Kûndûzê êrîşeke hewayî hate kirin. Hate ragihandin ku herî kêm 14 kes ji ber êrîşê mirine.

Bomberdûman li bajarokê Çardarayê pêk hat ku hêzên ewlekariyê yên Afgan ji bejahî ve operasyonekê lê dimeşînin.

Rayedaran gotin, ew hewl didin zelal bikin bê êrîş ji aliyê balafirên Afgan ve hatiye kirin, ya jî balafirên Amerîkî ve.

Di daxuyaniya artêşa DYA'yê de hate ragihandin, ti agahî li ber destê wan nîne ku nîşan dide ku balafirên li herêmê tevlî operasyonan bûne ji bomberdûmana sivîlan berpirsyar in.

Li gorî raporeke dawî ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hate weşandin, di nîvê destpêkê yê vê salê de 353 kes ji ber êrîşên hewayî mirine yan jî birîndar bûne.