Li Şerîda Xezeyê doh bi şev zêdeyî 60 kes hatin kuştin

Di şeva Yekşemê de ku roja sedemîn a şerê li Xezeyê bû, bombardûmaneke giran a Îsraîlê hate kirin. Li gorî Hamasê zêdeyî 60 kes hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê hikumeta Hamasê ve hate kirin, şeva Yekşemê di bombardûmana 'giran' a Îsraîlê de li Şerîda Xezeyê zêdeyî 60 Fîlîstînî hatin kuştin.

Ofîsa çapemeniyê ya hikumeta Hamasê got, "Doh bi şev û berbanga sibehê, di komkujiyên nû yên hêzên dagirker de zêdeyî 60 şehîd û bi dehan birîndar hene."

Li gorî daxuyaniyê êrîş û bombardûman li ser bajarên Xan Yûnûs, Refahê û herêmên din ên li başûrê Şerîda Xezeyê hatin kirin.

Şer di 7'ê Cotmehê de piştî ku milîtanên Hamasê ji Şerîda Xezeyê bi rengekî surprîz êrîş bir ser Dewleta Îsraîlê destpê kir.

Di êrîşa Hamasê de piraniya wan sivîl nêzî 1.200 kes hatin kuştin, 250 kes dîl hatin girtin. Ji dîlgirtiyan 132 kes hîn jî aqûbeta wan nediyar e.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê de ku roja Yekşemê weşand, ji destpêka şer û vir ve li Şerîda Xezeyê piraniya wan jin û zarok 23 hezar û 968 kes hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniyê, ji 7'ê Cotmehê û vir ve li vê xaka biçûk a Fîlîstînê 60 hezar û 582 kes jî birîndar bûn.