Li Îzlandayê volkan teqiya

Ofîsa Meteorolojiyê ya Îzlandayê (IMO) ragihand ku piştî meha Kanûnê, li heman herêmê roja Yekşemê li başûrê rojavayê welêt teqîneke nû ya volkanîk destpê kir.

Li gorî televîzyon û radyoya dewleta Îzlandayê, fealiyetên sîsmîk di tevahiya şevê de bilez bûn û niştecihên Grîndavîk’ê di derdora saet 03.00’an de hatin tahliyekirin.

IMO’yê diyar kir ku li ser her du aliyên dîwarên parastinê ku li bakurê Grîndavîk dest bi çêkirina wan hate kirin, du derizîn çêbûn.

Dîmenên çavdêriyê, herikîna lavên pirteqalî yên mezin nîşa kirin.

Ev teqîn li Îzlandayê di nava du salên dawî de bû 5’emîn teqîna vokanîk. Teqîna beriya vê 18’ê Kanûnê li herêmeke başûrê rojavayê paytext Reykjavîkê pêk hat.

Grîndavîk bajarokek biçûk e û xwedî 4 hezar nifûsê ye. 11’ê Mijdarê ev bajarok weke tedbîr hatibû valekirin. Ji wê demê û şûn de destûr hatibû dayîn ku niştecihên bajarok bi dem kurtî vegerin, lê duh bi şev bi lezgînî hatin tahliyekirin.

Tê fêkirîn ku li vî warê agir û qeşayê ku herêma herî volkanîk a Ewropa ye, 32 sîstemên volkanîk aktîf in.