Li Îtalyayê keştiya koçberan noq bû: 64 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li nêzî bajarê Crotone yê Îtalyayê roja yekşemê keştiya koçberan noq bûbû, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 64.

Keştî li nêzî bajarê Crotoneyê li tehtan ketibû. Li gorî tîmên alîkariyê 64 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hate diyarkirin dibe ku bîlanço girantir bibe.

Li gorî saziya ewlekariya sînoran a Ewropayê Frontexê keştî ji Îzmîrê bi rê ketibû û 200 kes tê de bûn. Rayedarên ewlekariya peravê ya Îtalyayê jî diyar kir 150 kes di keştiyê bûn.

Hate diyarkirin 79 kesên ji Somalî, Efganistan, Pakistan û Sûriyeyê rizgar bûne.

Hate diyarkirin sê kesên ku koçber bi qaçaxî dişandin, hatine destgîrkirin.

Li gorî Wezareta Karê Navxweyî ya Îtalyayê ji serê salê û heta niha 14 hezar kes gihiştine Îtalyayê.