Li Îranê vîrûsa Korona: Hejmara miriyan gihişte 4’an
Hejmara kesên ji ber vîrûsa korona li Îranê mirin gihişte 4’an. Hêjmara kesên li welat bi vîrûsê jî ketine derket 18’an.
Hejmara kesên ji ber vîrûsa korona li Îranê mirin gihişte 4’an. Hêjmara kesên li welat bi vîrûsê jî ketine derket 18’an.
Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrûsa Covîd-19’an mirin gihişte 4’an.
Rayedarên Wezareta Tenduristî ya Îranê hejmara kesên li welat bi vîrûsê ketîn jî weke 18 kesan ragihand.
2 kesên miribûn li bajarê Kûm dijiyan. Du kesên din jî li kû dijiyan nehate eşkerekirin.
Li Îranê bûyerên vîrûsê li Tehran, herêmên Arak û Gilanê hatin dîtin. Hate ragihandin ku li jineke ku ji bo Kanda çûbû geştê vîrûsa korona hate tesbîdtkirin.
LI IRAQÊ QEDEXE
Iraqê ketina Îraniyan a ji bo welat ji bo sê rojan qedexe kir.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Saziya Deriyên Sînor a Iraqê ve hate kirin, ragihand ku vi vê pêvajoyê de bi ti awayî rê nadin ku welatiyên Îranî di deriyên sînoran re derbas bibin.
Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku welatiyên Iraqî yên ku bixwazin vegerin welatên xwe wê neyên astengkirin û bazirganiya di navbera herdu welatan de jî wê bidome.