Li Îranê hikumet û mufazakar li ser nukleerê li hev nakin

Wezareta Karên Derve ya Îranê îdîayên li medya dewletê derewand ku tê de dihate gotin, dîplomat ji aliyê DYE'yê ve hatine xapandin.

Ji 6'ê Nîsanê û vir ve li paytexta Awûstûrya Viyanayê danûstandin têne kirin. Armanc jî ew e ku Peymana Nukleerê bê 'rizgarkirin' ku sala 2015'an hatibû mohrkirin, lê belê piştî ku serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump xwe jê vekişand kete rewşeke nediyar.

Piştî ku serokê nû yê DYE'yê Joe Biden qala vegera li peymanê kir, heyetan bi navbeynkariya dîplomatên welatên Ewropayê dest bi danûstandinan kirin. Di demekê de ku hevdîtin dewam dikin, li Îranê nîqaşên navbera hikumetê û muxafazakaran zêde bû. Di qenaleke dewletê de hate îdîakirin ku dîplomatên Îranî ji aliyê DYE'yiyan ve 'hatine xapandin' û 'tawîz dane'. Wezareta Karên Derve nerazîbûneke tund nîşanî vê îdîayê da. Di bernameyeke qenala Press TV de ku bi Îngilizî hate weşandin, bêyî ku çavkanî bê eşkerekirin hate îdîakirin ku dîplomatên Îranî amade ne 'tawîzên nû bidin'.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îranê de bersiv ji sûcdariyan re hate dayin ku heyeta danûstandinan a bi serokatiya Alîkarê Wezîr Abbas Araghşî hate sûcdarkirin. Di daxuyaniya çapemeniyê ya wezaretê de hate gotin, "Hindikahiyeke biçûk, lê gelekî xirecir, ji bo nûnerên Îranê yên li Viyanayê bike hedef hêza xwe bi temamî bi kar anî."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku qenala dewletê bi weşandina "qaşo dokûmanteran" îftira û heqaret kiriye û bi vî rengî nîşan daye ku 'dijminên Îranê bi qasî ku Îranê karibin bixapînin, bi aqil û xurt in'. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hewldanên bi vî rengî zerarê dide hewldanên dîplomatîk û heyeta Îranê.

Di daxuyaniya wezaretê de her wiha hate ragihandin ku belgeyên ne nepen ên têkildarî danûstandinên li Viyanayê wê di demeke nêz de bên eşkerekirin.