Li Îranê hêjmara kesên di avahiya hilweşiyayî de mirin derket 10'an

Avahiyek 10 qatî ya înşaatê li eyaleta Xûzistan a başûrê rojavayê Îranê hilweşiya û di encamê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Avahiya li bajarê Abadanê roja Yekşemê bi tevahî hilweşiya.

Wezîrê Karên Hundir Ahmed Vahîdî bi daxuyaniya li cihê bûyerê dayî, diyar kir ku 10 kes mirine û 32 kes jî birîndar bûne. Hîna nayê zanîn bê ka çend kes windane.

Roja beriya wê servîsa alîkariya destpêkê ya navneteweyî da zanîn ku 6 kes mirine û bi dehan kes jî windane.

Li gorî televîzyona Îranê, avahî li kolana navendî ya herî qerebalix bûye.

Rayedarên edlî yên Eyaletê dan zanîn ku 10 kes ku di nav de Serokê Şaredariya Abadan û du serokên berê yên şaredariyê jî hebûn û gelek xebatkarên şaredariyê hatine destgîrkirin.

Rayedarên Eyaletê li Abadanê ku nufûsa wê 230 hezar kes e, şîn îlan kir.

Di destpêka sala 2017’an de Plasco Buîldîng ku navendeke 15 qatî ya kirîn û firotinê ye li navenda Tahranê hilweşiya û 16 ji wan agirkuj  bi giştî 22 kesan jiyana xwe ji dest dan. Avahî di sala 1960’an de hatibû çêkirin.