Li Îranê erdheja bi dijwariya 5.2 pileyî
Li Îranê serê vê sibehê bi 5.2 pileyî erd hejiya.
Li Îranê serê vê sibehê bi 5.2 pileyî erd hejiya.
Li eyaleta Farsê ya Îranê, ku li başûr rojavayê welêt e, bi dema herêmî saet di 09:35'an de erd hejiya.
Li gorî daneyên Navenda Sîsmolojiyê ya Neteweyî ya Îranê, erdheja bi dijwariya 5.2 pileyî li gundê Dorzê pêk hat.
Erdhej bi 10 kîlometreyan li binê erdê qewimî û têkildarî encamên wê heta niha daxuyaniyek nehatiye dayin.