Li Îranê di erdhejê de 5 kes birîndar bûn, ziyana maddî heye

Di erdheja bi pileya 5,9 ya li rojavayê başûrê Îranê rûdayî de, 5 kes birîndar bûne û ziyanên maddî çêbûne.

Derdora bendergeha Gûnaveyê ku di navbera eyaletên Bûşehr û Farsê de ye, bi dijwariya 5.9 pileyî erd hejiya.

Çapemeniya Îranê ragihand ku erdhej bi 10 kîlometreyî li binê erdê pêk hatiye. Televîzyonên dewletê dîmenên dîwar û malên hilweşiyayî yên li Bendera Gûnave ya li bajarê lîman weşand. Agahî hate dayîn di erdhejê de herî kêm 5 kes birîndar bûne.

Piştî erdheja yekem bi pileya 4,0 sê car li ser hev dîsa erdhej çêbûye.

18'ê Sibatê jî li başûr rojavayê welêt bi dijwariya 5.4 pileyî bi 10 kîlometreyî li binê erdê erdhejek pêk hatibû û bûbû sedema xisara madî. Erdhejê bandoreke giran li 78 gundan kiribû, bi sedan mal hilweşiya bûn.

Îran li ser xetên sîsmîk e. Rojane erdhejek çêdibe.

Di Mijdara 2017'an de li wîlayeta Kirmaşanê ya li Rojhilatê Kurdistanê bi dijwariya 7.3 pileyî erd hejiyabû, 620 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.

Sala 2003'an li eyaleta Kermanê ya li başûrê rojhilat bi dijwariya 6.6 pileyî erdhejek qewimî bû, bajarê kevnar Bam hilweşandibû û di encamê de herî kêm 31 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn.

Erdheja herî giran a 30 salên dawî, di sala 1990'î de li bakurê welêt bi dijwariya 7.4 pileyî bû. Di encamê de 40 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn, nîv milyon mirov bêmal mabûn.