Derbarê balafira li Îranê hate xistin agahiyên nû derketin holê

Derbarê balafira rêwiyan a Ûkraynayê ku 8'ê Çile hatibû xistin agahiyên nû derketin holê. Li gorî vê bi 2 moşekan balafir anîn xwarê.

Rojnameya New York Tîmesê derbarê balafira ku hatiye xistin dîmenên nû weşand. Dîmenek jê bi telefona destan û ya dî bi kameraya çavdêrê hatiye girtin.

Li gorî van dîmenan balafira rêwiyan a bi tîpa Boeîngê bi du moşekên ku ji baregeheke leşkerî ya nêzî Tehranê hatiye xistin. Di dîmenê de rêgeza cismekî birqokî xuya dike û piştî wê bi 20 çirkan tê dîtin ku li ezmên teqînek çêdibe.  Tê fêhmkirin ku cismekî dîyê duyan ê birqoq piştî bi 10 çirkan ji erdê ber bi hewayê ve tê avêtin û piştî vê bi 10 çirkan diteqe. Piştî bi  deqeyekê li beşê jor ê ekranê dîmeneke bi rengê giloka êgir çêdibe.

Rojnameya Emerîkayê dibêje dîmen ''hatine piştrastkirin''. Li gorî rojnameyê yek ji wan kamerayan ku dîmen girtî, li banê maleke li gundê Bîd Kanehê hatiye bicihkirin ku 6 km dûrî balefirgeha leşkerî ye. Gundê navborî 30 km dûrî rojavayê bakur ê balafirgeha navnetewî ya Tehranê dimîne.

8'ê Çile dema ku Îranê êrîşên moşekî biribû  ser baregehên Emerîkayê yên li Iraqê, balefira rêwiyan a Ukraynayê ya bi tîpa Boeîngê ku ji Tehranê rabûyî ketibû. Artêşa Îranê li xwe mikur hatibû ku balafir ''bi şaşîtî'' hatiye xistin. Rayedarên Îranî pêşî gotibûn ji ketina balefirê ti berpirsyariya wan nîne lê piştî ku Kanada, Ingilistanê ragihandin ku balefir bi moşeka Îranê hatiye xistin rejîma Îranê qebûl kiribû ku wan balefir xistiye.