Li Îranê boriyên gazê teqiyan: 5 kes mirin

Li rojavayê başûr ê Îranê, ji ber gelek boriyên gazê teqiyan 5 kes mirin.

Li gorî çapemeniya Îranê, li derveyî paytexta eyaleta Kuzîstanê ya Ehewazê teqîn çêbûn.  Hate gotin boriyên gazê yê ku Ehwazê girêdayî bajarê Mahşerê dike, çêbûye.

Li gorî ajansa Irnayê Waliyê Ehewazê  Cemal Alemî Neîsî got, ''Boriyên gazê bi qasî 200 metroyî nêzî rê teqiyane û 4 wesayitên li wir di encamê de rûxiyane.''

Hate ragihandin, di teqînê de 5 kes mirine. Neîsî got teqîn ne ''êrîşeke terorîstî'' an jî ''sabotaj'' e , ''ji ber jê çizîrîna gazê ye''.

Ajansa Irnayê bal kişande ser wê ku teqîn li nêzî qijleya polîsan çêbûye.