Li Îranê avêtina dengan bi kêmanî 5 caran hate dirêjkirin

Li Îranê di hilbijartina giştî de, ku Înê hate kirin, ji bo ku tevlêbûn zêde be, avêtina dengan bi kêmanî 5 caran hate dirêjkirin.

Li gorî ajansa Fars û Tasnîmê avêtina dengan nîvê şevê qediya.

Diviya bûroyên dengdan saet 18.00'an bihata girtin lê bi kêmanî 5 caran hte dirêjkirin. Pêşî du saetan, piştre saetekê, piştre jî her carê nîv seatê hate dirêjkirin.

Lîderê dînî Ayetûlah Hamanet ji bo ku tevlêbûna li hilbijartinê zêdetir ike, got, çûna ser sindoqê ne peywireke welatîbûnê tenê lê her wiha peywireke dînî ye jî.

Hamaney sibehê dema ku bi rengekî sembolîk avêtina dengan da destpêkirin, bi îdîaya, ''mîsogerkirina berjewendiyê netewî'' bi coşdarî  bang li 58 milyon hilbijêr kir ku dengên xwe bavêjin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Farsê hea saet 18.00'an tevlêbûna li hilbijartinê li derdora 40'î ji 100'î bû.

Tê payin ku derbarê rêjeya tevlêbûna li hilbijartinê daxuyaniya fermî Şemiyê were dayin. Nayê payin ku encamên dawî ji beriya Yekşemê diyar bibin.

Beriya hilbijartinê banga boykotê jî hebû. Di serê van de yên go banga boykotê kirin Civaka Demokratîk û Azada a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) û Ppartiya Jiyana Azad (PJAK) hebûn. Koma muxalîf Mûcahîdên Gel jî banga boykotê kiribû.