Li Îngîltereyê wê xebatkarên şiva hesin a trênê têkevin greveke mezin

Li Kraliyeta Yekgirtî xebatkarên sektora şiva hesin a trênê ji bo şertên baş ên xebatê xwe ji greva herî mezin a 30 salên dawîn amade dike.

Sendîkaya şiva hesin a trênê RMT’ê ragihand ji bo şertên baş ên xebatê û heqê xwe bistînin wê di navbera 21-25’ê Hezîranê de têkevin grevê.

Sendîkayê ragihand  di 21’ê Hezîranê de wê li metroya Londrayê dest bi greveke 24 saetan bikin. Di meha Adarê de jî grev kiribûn.

Wezîrê Tendirustiyê Sajîd Javîd ji Sky Newsê re axivî û qala bandora vê grevê ya li ser ekonomiyê kir.

Sendîkaya RMT’ê roja Sêşemê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Ji 50 hezarî zêdetir karkerên şiva hesin a trênê wê di sê rojên dawîn ên vê mehê de têkevin grevê. Ji sala 1989’an û vir ve, ev greva herî mezin e.

RMT’ê diyar kir operatorê tora şiva hesin Network Raîl wekî parçeyekî plana tesarûfa 2 milyar sterlîn wê karê 2500 karkeran ji holê rake.