Li Îngîltereyê ji bo kêmkirina derbasbûnên qaçax tevdîr hatin stendin

Îngîlîtere li Behra Manşê ji bo kêmkirina derbasbûna koçberan hin tevdîrên nû stend.

Ji ber derbasbûnên ‘koçberên qaçax’ ên ji Fransayê ber bi Îngîltereyê tevdîrên nû hatin stendin. Di sê rojên dawîn de ji Fransayê ber bi Îngîltereyê 500 kes bi qaçaxî derbas bûn.

Hikumeta Îngîltereyê duh ji bo astengkirina derbasbûnên qaçax endamekî kevn ê Hêzên Behrê yê Îngîltereyê peywirdar kir.  Dan O’Mahoney anîn ser vê peywirê. Wezareta Karê Navxweyî ya Îngîltereyê diyar kir ku ew dixwazin derbasbûna li ser Behra Manşê kêmtir bikin.

Hikumeta Îngîltereyê dixwaze keştiyên biçûk ên qaçax tê de hene tespît bike û wan vegerîne Fransayê. Di 3 rojên dawîn de 500 kesan Behra Manşê derbas kirin û xwe gihandin Îngîltereyê.

Wezareta Karê Navxweyî ya Fransayê jî diyar kir ku ji bo kêmkirina çûna koçberan li gorî berê zêdetir hêz tê bikaranîn.