Li Çînê barana zêde: 10 kes mirin, 300 hezar kes hatin veguhastin
Li wîlayeta Hûnanê ya li navenda Çînê, ji ber barana zêde 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, nêzî 300 hezar kes jî ji cihê xwe hatin veguhastin.
Li wîlayeta Hûnanê ya li navenda Çînê, ji ber barana zêde 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, nêzî 300 hezar kes jî ji cihê xwe hatin veguhastin.
Li herêmên navîn û başûr ên Çînê biharê û destpêka havînê gelekî baran dibare.
Barana dawî 1'ê Hezîranê destpê kir. Ajansa Nûçeyan a Çîn a Nû ragihand ku li wîlayeta Hûnanê 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, 286 hezar kes ji herêmê hatine veguhastin. Hate ragihandin ku ji ber baranê 2 hezar û 700 xanî xera bûn an jî xisar lê bûn.
Rayedarekî wîlayetê ji ajansa Lî Dajîanê re axivî û got, "Barana zêde ava çem û golan zêde kir."
Li Çînê di sala 2021'ê de felaketên herî giran ên lehiyê yên deh salên dawî qewimî bû, zêdeyî 300 kesî jiyana xwe ji dest da bûn.