Li 3 bajarên Efganistanê ji bo aştiyê meş hate kirin

Li 3 bajarên dikevin başûr û rojhilatê Efganistanê, bi daxwaza aştî û edaletê meş hatin kirin.

Li Efganistanê çalakiyên bi daxwaza aştiyê ji Gulana 2018’an ve hatibûn destpêkirin didomin. Li rojhilat li bajarê Host û Celalabad û li başûr jî li Kandahar ê kelhaTalîbanan hemwext meş hatin lidarxistin.

Di meşê de çalakvanan pankartên bi nivîsên ‘Ji şer re na’, ‘Agirbestê dixwazin’ û ‘Aştiyê dixwazin’ vekirin.

Meşên aştiyê care yekê Gulana 2018’an destpê kir. Komeke ku ji çend kesan pêk tê, ji paytexta eyaleta Helmand Leşkergehê destpêkir 700 kêlometreyan meşiyan. Çalakvanên ku her rê çûn hejmara wan zêde bûn, di meha Hezîranê de gihiştibû paytext Kabîlê.

Ji wê dîrokê û vir ve ji bo aştiyê gelek meş hatin organîzekirin. Di meha Tebaxa borî de Efganên ji ber şer birîndar bûbûn li navbera Herat û Kabîlê meşek lidar xistin. Çalakiyên mîna vê li eyaleta Ûrûzgan a li navendê jî pêk hatin.