Leşkerên Emerîkî yên li Ewropayê: Pompeo diçe 4 welatan

Hate ragihandin, Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo wê hefteya bê serdana welatên Ewropayê bike yên ku leşkerên xwe yên ji Elmanyayê vekişîne li wan welatan bi cih bike.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trûmp, bi îdîaya ku mehaneyên NATO'yê dereng xistiye biryar dabû ku hejmara leşkerên xwe yên li Elmanyayê ji 35 hezarî daxîne 25 hezar leşkerî. Wezareta Parastinê hefteya derbasbûyî bi daxuyaniyekê ragihand ku 11 hezar û 900 leşker wê ji Elmanyayê bên vekişandin û tenê 5 hezar û 600 ji wan wê ji ber 'aloziya bi Rûsyayê re' li welatên cuda yên Ewropayê bên bicihkirin.

Tê payin ku hezar leşkerên din ên Emerîkî li Polonyayê bên bicihkirin ku vê gavê 4 hezar û 500 leşker lê ne.

POMPEO WÊ SERDANA 4 WELATAN BIKE

Li aliyê din hate ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo wê hefteya bê serdana 4 welatên Ewropayê bike. Li gorî agahiyan Pompeo wê serdana Polonya, Komara Çekê, Slovenya û Awûstûryayê bike.

Têkildarî mijarê Pompeo diyar kiribû ku ev serdan "gelekî girîng e" û "wê hilberîner be."

Tê texmînkirin ku ev serdan beşek ji hewldanên kêmkirina bandora Çînê ya li ser Ewropayê ye. Pompeo herî dawî li hemberî berfirehkirina bandora şîrketa Telekomê ya Çînê Hûaweî hişyarî dabû hevalbendên Emerîkayê.