Lenîn li Rûsyayê piştî 100 salan hat jibîrkirin û biçûkxistin

Lenînê ku rêberê şoreşa Bolşevîkê ye, piştî mirina xwe sed salan bi taybetî ji ber polîtîkayên ku Vlademîr Pûtîn ku Stalîn tercîh dikir bi gelemperî ji alî Rûsan ve hat jibîrkirin. Li Qada Sor tenê gora wî ma.

Karbidestên Rûsî roja yekşemê ji vê sedsaliyê tu daxuyanî nedan, û digel ku di bin siya Kremlîn de ye tenê merasîmek Partiya Komunîst li ser gora wî hate plankirin.

Di çavê Kremlîn de, bi rastî jî Stalîn e ku sembola hêz û serkeftinê ye, lê Lenîn bi taybetî ji hela Vladîmîr Pûtîn ve wekî rêberê têkçûyî tê dîtin.

Dema ku Vladîmîr Îlyîch Ulyanov di 21’ê Çileya 1924’an de, di 53 saliya xwe de mir, rayedarên Sovyetê bi fermana Stalîn, dest bi mûmyakirina laş û avakirina gora wî kirin.

Avahiya ku ji kevirên sor û reş ên biriqandî hatî çêkirin, ji Cotmeha 1930’an vir ve di nava Qada Sor de radiweste. Di sala 1953’an de, hestiyên Stalîn jî bi yên Lenîn re hatin girêdan, lê di sala 1961’ê de di çarçoveya polîtîkayên paqijkirinê de hatin rakirin.

Di dema Sovyetê de girseyên mezin li ber cenazeyê Lenîn deqeyek rêz girtin. Îro merasîmên bibîranîna rêberê şoreşger tenê çend kesên nostaljîk bi al û qerenfîlên sor di destên wan de ne.

Cenazeyê mûmyakirî di serî de bû cihê geştiyariyê. Her 18 mehan carekê, gor tê girtin da ku pispor bikaribin bermayiyan ji nû ve mûmye bikin û zirara ku ji ber demê derketiye holê tamîr bikin. Tê gotin ku tenê ji sedî 23 ê hestiyên Lenîn di gora camê ya zirxî ya ku di germahiya 16 pileyî de hatiye ragirtin de maye.

Vladîmîr Putîn kêm caran behsa Lenîn dike. Bi taybetî berî êrîşa li ser Ukraynayê ya di 24’ê Sibata 2022’an de, danasîna wî ya weke pêşengê şoreşa Cotmeha 1917’an balkêş bû.

Sê roj piştî êrîşê, Pûtîn axaftinek tund pêşkêş kir, rastiya Neteweya Ukraynayê înkar kir û dema ku Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst (YSSR) damezrand, Lenîn bi afirandina Ukraynayê tawanbar kir.

Li gorî Vladîmîr Pûtîn, dewleta Ukraynayê li ser axa Rûsyayê ava bû, û Lenîn komarên Sovyetê bi xweseriyek diyar ava kir, hişt ku neteweperestî derkeve holê û bi vî rengî Yekîtiya Sovyetê hilweşe.

Serokê Rûsyayê got, "Ukranyaya Sovyetê bi saya polîtîkayên Bolşevîkan derket holê. Pir di cih de ye ku jê re Ukraynaya Lenîn bê gotin. Dahêner û mîmarê wê ye."

Digel vê yekê, Lenîn bi tevahî nehat jêbirin. Her çend piraniya peykeran bi hilweşîna Yekîtiya Sovyetê ve hatin hilweşandin, ew hîn jî li gelek navendên bajarên Rûsyayê serdest in.

Li Moskowê, abîdeya Lenîn a 22 metreyî hê jî li Qada Kaluga serdest e. Serê şoreşger ku li Ulan-Ude ya Rojhilatê Sîbîryayê li ser piyan hatiye danîn, 14 metre bilind e. Û bustê wî jî di heman deme de li Antarktîkayê ye ku nayê gihiştin.

Di nav hemû rêberên Sovyetê de, kesê ku Pûtîn herî zêde serî lê dide Stalîn e. Lê ew vê yekê ne ji bo şermezarkirina zordariya wan, lê ji bo pesnê dewletparêz û serokê şer ê ku Almanyaya Hîtler bi bihayê windahiyên mezin têk bir, dike.