Li Dublînê di çalakiya li dijî koçberan de 19 kes hatin binçavkirin

Li paytexta Îrlanda Dublînê roja Pêncşemê di çalakiya li dijî koçberan de, polîsan 19 kes binçavkirin.

Li paytexta Îrlanda Dublînê nêzî 500 kes li navenda bajêr meşiyan, gava ku xwepêşandêr hewl dan xwe nêzî avahiya parlamentê bikin, ji aliyê komeke polîsan ve hatin seknandin. Li vir polîsan 19 kes binçavkirin û derbarê sedema binçavkirinê de agahî nehat parvekirin.

Di çalakiyê de pankarta ‘Jiyana Îrlandî girîng e’ (Irîsh Lîves Matter) ku bal kişand hat hilgirtin. Her wiha hin xwepêşander diyar kirin ku ew ne nijadperest in, lê divê pêşî bi Îrlandiyan re eleqedar bibin.

Li Îrlandayê di salên dawî de çalakî ango xwepêşandanên li dijî koçberan zêde bûne. Di sala 2023’yan de kesek biyanî bi kêrê êrîşê Îrlandiyek kiribû û ev êrîş bibû sedema ku li paytextê xwepêşandanên mezin çêbibin.

Hikûmeta Îrlandayê, da zanîn ku ji ber zêdebûna hejmara koçberan û kêm avahiyan, pirsgirêk her ku diçe mezin dibe.

Di nîveka sala 2024’an de hejmara koçberan 10 hezar û 500’î derbas kiriye û li gorî sala bihurî ev hejmar du car zêde bûye.

Li dijî navendên koçberan êrîş jî zêde bûne. Di Adara 2025’an de wê hilbijartina giştî pêk were û yek ji mijarên herî sereke ya rojevê wê koçber bin.