Li Myanmarê bagera Yagî: Hejmara qurbaniyan bû 293 kes

Li Myanmarê bîlançoya bagera Yagî giran dibe. Di encama lehiyê de ku ji ber bagerê rû da 293 kesan jiyana xwe ji dest dan, 89 kes jî winda ne.

Li gorî daneyên nû yên ku hikumeta cûntayê roja Çarşemê eşkere kir, lehiyê 270 hezar hektar qada çandiniyê û zêdeyî 100 hezar heywan tine kir.

Bagera super li Asyayê bû sedema lehî û hezazê ku bi dehan salan nehatiye dîtin. Bagerê destpêkê li Fîlîpîn û Başûrê Çînê da, piştre li çar welatan belav bû. Di encamê de 588 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Vîetnamê 299 kes, li Myanmarê 293 kes, li Taylandê 20 kes û li Laosê jî kesekî jiyana xwe ji dest dan.

Felaketa lehiyê li Myanmarê şêniyên herêmê gelekî tengav kir ku ji sala 2021'ê û vir ve ji ber darbeya leşkerî şerekî navxweyî lê diqewime.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, pêwîstiya 630 hezar kesî bi alîkariyê heye ku ji bagera Yagî bi bandor bûn. Rêveberiya cûntayê li gel polîtîkayên xwe yên astengkirina alîkariya navneteweyî jî vê carê banga alîkariyê kir.

Veguhestina destpêkê ya ji xurek, kinc, derman û kon a hiumeta Hînt, roja Çarşemê gihîşt bendergeha Thîlawa ya li nêzî Rangoonê.

Lîderê cûntayê Mîn Aûng Hlaîng anî ziman ku ew hêvî dike, rewş di nava şeş mehan de asayî bibe.