Lêçûna leşkerî ya rojekê têra têrkirina bi dehan milyon mirovî dike

Rêxistinên civakî yên sivîl bal kişandin ser metirsiya birçîbûnê ya li ser bi milyonan mirovî û destnîşan kirin ku lêçûna leşkerî ya rojeke bi tenê têrê dike ku pirsgirêka birçîbûnê çareser bibe.

Piştî bangên alîkariyê yên saziyên Neteweyên Yekbûyî yên ji bo têkoşîna li dijî birçîbûnê, bi sedan saziyên civakî yên navneteweyî jî daxuyaniyeke hevpar dan û xwestin ku bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê.

260 saziyên civakî yên sivîl ên li qada neteweyî û navneteweyî kar dikin, ji welatên ku bexşê li Neteweyên Yekbûyî dikin nameyek nivîsandin û xwestin, ku ji bo têkoşîna li dijî birçîbûnê îsal fonek ji 5.5 milyar dolarî bi lezgînî biafirînin. Di nameyê de bangên Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) û Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) hate bibîrxistin û hate ragihandin ku metirsiya birçîbûnê li ser 34 milyon mirovî heye.

BI QASÎ LÊÇÛNÊN LEŞKERÎ YÊN 24 SAETAN E

Di nameyê de hate gotin, "Ev mirov ne birçî ne, birçî hatine hiştin" û hate bibîrxistin ku her du saziyan ji bo sala 2021'ê fonek ji 7.8 milyar dolarî xwestine. Di nameyê de hate destnîşankirin ku welatên alîkariyê didin heta niha tenê ji sedî 5 ê vî fonî peyda kirine.

Rêxistinên civakî diyar kirin, ku di nava van pirsgirêkên cîhanê de bi trilyonan dolarî pere li lêçûnên leşkerî têne xerckirin û destnîşan kirin ku tenê lêçûnên leşkerî yên 24 saetên dawî ji bo têkoşîna li dijî birçîbûnê bêne bikaranîn wê ev fonê pêwîstî pê heye bê peydakirin.

MEHÊN BÊ WÊ GIRANTIR BIBE

Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî yên meha Kanûnê, li tevahiya cîhanê nêzî 270 milyon mirov birçî bûn an jî nekarîn bi têr xwarinê bixwin. Ji van mirovan 174 milyon kes ji ber nebûna xurekê yan jî nebûna xwarineke baş, di nava rîska mirinê de bûn.

Rêxistinên civakî di nameya xwe de hişyarî dan ku eger tedbîr neyên standin mehên bê ev hejmar wê zêdetir bibe.