Lavrov: Ukrayna çekan berde, em ji muzakereyan re hazir in
Wezîrê Karûbarê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got,heke Ukrayna 'çekdan berde' ew ji danûstandinan re kar in.
Wezîrê Karûbarê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got,heke Ukrayna 'çekdan berde' ew ji danûstandinan re kar in.
Lavrov piştî tevgera leşkerî ya Rûsya li ser Ukraynayê li daxuyaniya çapemeniyê got, ''Hêzên çekdar ên Ukrayna çawa ku guh da dengê me û çekên xwe berdan, em ji danûstandian re kar in.''
Lavrov têkilî dagirkirina Ukrayna got armanca wan ew e ku Ukraniyan 'ji zextê rizgar bikin.''
Lavrov her wiha got Pûtîn ji bo ku Ukrayniyan ji leşkeran û Naziyan bistînin biryar li ser operasyona leşkerî ya taybet daye û bi vî awayî Ukrayniyên ku ji zextê xilas bûne, dikarin dahatuya xwe bi azadî hilbijêrin.
Lavrov bi berdeawmî diyar kir armanca wan ne dagkirina Ukrayna ye û got, ''Armanca operasyonê aşkere ye: Bêçekkirin û paqijkirina ji Naziyan.''