Sergey Lavrov û Fûat Huseyîn li hev civiyan

Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov û Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fûat Huseyîn li Bexda li hev civiyan.

Bi pêşengtiya Wezîrê Karê Derve ya Rûsya Sergey Lavrov şandeyeke ya Rûsyyayê serdana Bexdayê kir. Di serdanê de Lavrov û Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fûat Huseyîn li hev civiyan. 

Di daxuyaniya hevpar a çapemeniyê de Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fûat Huseyîn daxuyanî da û diyar kir ku li ser gelek mijaran nîqaş kirine.

Huseyîn anî ziman ku di hevdîtinê de li ser mijara ewlekarî û aborî dîsa bê ka wê çawa deynên şirketên Rûsiya yên li Iraqê kar dikin bê dayîn gotubêj hatiye kirin.

Wezîrê Karê Derve yê Iraqê li ser şerê Rûsya û Ûkraynayê jî got ku ew li gel diyalogê ne ku dawî li krîzên bîne. 

Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov jî anî ziman ku divê têkiliyên herdu aliyan ji pêkanînên Rojavayî cihê bê nirxandin.