La Croîx: Rewşa Awarte bi dawî nebûye
Rojnameya La Croîx a Fransayê diyar kir ku rakirina Rewşa Awarte ya li Tirkiyeyê ‘dîmenekî xapînok’ e û bal kişand ser pêşnûmaya zagona ‘têkoşîna li dijî terorê’ ya ku hatiye çêkirin.
Rojnameya La Croîx a Fransayê diyar kir ku rakirina Rewşa Awarte ya li Tirkiyeyê ‘dîmenekî xapînok’ e û bal kişand ser pêşnûmaya zagona ‘têkoşîna li dijî terorê’ ya ku hatiye çêkirin.
La Croîxê diyar kir ku li Tirkiyeyê Rewşa Awarte cara heştemîn nehate dirêjkirin.
Nûçe bi navê Aûdrey Parmentîer hatiye nivîsandin û hate gotin ku, “Ev rejîm ew ê bi pêşnûmaya ‘antî terorê’ bidome ya ku ew ê di rojên pêş de biçe parlementoyê.”
Parmentîer diyar kir ku di 24’ê Hezîranê de Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan ê ku di tûra pêşîn de hate hilbijartin, hewl dide li ser welat desthilatdariya xwe bidomîne.
Pisporê bi navê Etîenne Copeaûx ê ku lêkolerê cîhana Tirkan e zext, girtin û destgîrkirinên Rewşa Awarte bi bîr xist û ji bo biryarnameyan jî got ku, “Ev biryar wekî zagonan e, dikare gelek tiştan bike.” Rojnameyê diyar kir ku mexdûrên sereke yên tasfiyeyê leşker, rojnameger, nivîskar û parêzer in.
Rojnameyê bal kişand ser kampanyayên girtinê û got, “Mûxalifên siyasî û bi taybetî jî Kurd bûne mexdûrên vê tasfiyeyê. Yê herî nas jî hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş e yê ku ji Mijdara 2016’an û vir ve di girtîgehê de ye.” Copeaûx şaredariyên ku qeyûm li ser wan hatiye wezîfedarkirin jî bi bîr xist û got, “Ji ber rakirina Rewşa Awarte, ev kesên ku hatine girtin ew ê neyên berdan.”
Analîst Etîenne Copeaû got ku, “Bi rayeyên Rewşa Awarte re ew ê zagon werin domandin. Bi vê re ew ê rejîmeke demdemî, dixwaze xwe mayînde bike.”
Rojnameyê diyar kir ku heta sê salan hemû karmend dikarin bi hinceta ‘têkiliya wan bi rêxistinên terorîst’ re heye, ji kar werin derxistin û got “Erdogan bi rakirina Rewşa Awarte re, tu rîskê nastîne. Di rejîma serokkomariyê de rayeyên Erdogan zêdetir dibe.”