Kurê Kaddafî hate berdan

Kurê lîderê berê yê Lîbyayê Mûammer Kaddafî, Saadî Kaddafî ji girtîgehê hate berdan.

Saadî Kaddafî, piştî ku bavê wî bi destwerdanê ji desthilatdariyê hate xistin û hate kuştin, xwe li Nîjerê girtibû. Sala 2014'an ji bo Lîbyayê hatibû dersînorkirin û li paytext Trablûsê li girtîgehekê dihate hiştin.

Li gorî çavkaniyên fermî Saadî Kaddafî piştî ku ji girtîgehê derket yekser berê xwe da Stenbolê. Heman çavkaniyan diyar kirin ku di encama danûstandinên navbera berpirsyarên payebilind ên eşîrê û Serokwezîr Abdulhamîd Dîbeybe de Saadî Kaddafî hatiye berdan. Hate ragihandin ku Wezîrê Karên Hundir ê berê Fethî Başbaga jî tevlî danûstandinan bûye.

Wezareta Edaletê sala 2018'an ragihandibû ku Saadî Kaddafî ji ber kuştina lîstikvan û antronorê berê yê klûbeke futbolê ya li Trablûsê Beşîr Rayanî, ji xapandin, gefxwarin, kolekirin û reşkirinê sûcdar nîne.

Kurekî din ê Mûammer Kaddafî Seyf-ul Îslam Kaddafî piştî bêdengiya çar salan meha Tîrmehê ji rojnameya New York Timesê re axivî bû û diyar kiribû ku nêta wî ehye di hilbijartinên serokkomariyê de yên meha Kanûnê bibe namzet.