Krîza xurekan di sala 2018’an de bandor li ser 113 milyon kesan kir

Rêxistina Çandinî û Xurekan a Neteweyên Yekbûyî (FAO) diyar kir ku li 53 welatan 113 milyon kes di sînorê birçîbûnê de ne.

FAO li 50 welatan kesên ku di sînorê birçîbûnê de ne, lêkolînên berfireh dike.

Li gorî rapora nû di sala 2018’an de li 53 welatan 113 milyon kes di sînorê birçîbûnê de ne.

Hate diyarkirin ku li Yemen, Komara Kongoyê ya Demokratîk, Efganistan, Sûriye, Sûdan, Sûdana Başûr û Bakurê Nîjeryayê krîzeke mezin a birçîbûnê heye.

Hate diyarkirin ku li welatên Efrîkayê 72 milyon kes birçî ne.

Di raporê de bal tê kişandin ser vî tiştî ku di sala 2018’an de şer rê li ber birçîbûnê vedike. Bi daneyan hate eşkerekirin ku 74 milyon kes li 21 welatên ku şer lê heye, di sînorê birçîbûnê de ne.

Hate diyarkirin ku li gorî sala 2017’an di sala 2018’an de hindik kes di sînorê birçîbûnê de ne.