Krîza penaberan: Piraniya Elmanan dixwazin dersînorkirin zêde bib

Elmanya van rojên dawî lihevnekirina di navbeyna partiyên yekîtiya Xiristiyan CDU û CSU’ê ya li ser politikaya penaberan nîqaş dike, praniya gel jî dixwaze ‘dersînorkirin’ zêdetir bibe.

86 ji 100’î yên ku tevlî ankêta bi navê Deutschlandtrendê ya di televizyona ARD’ê bûn, dixwazin biyaniyên ku doza wan a îltîcayê neyênî bi encam bûne, bi lezgînî werin dersînorkirin.

Li gorî ankêtekê ku lihevnekirina Serokwezîr Anegala Merkel û lîderê CSU’yê Wezîrê Navxwe Horst Seehofer di rojevê de ye, 62 ji 100’î yên Elman dixwazin kesên ku bê nasname hatin werin astengkirin. Seehofer tê zanîn ku di vê mijarê de zorê li Merkel dike, Merkel jî gotibû ew dixwaze bi asta YE’yê çareseriyê bibîne.

LIHEVNEKIRIN DIBE KU HIKÛMETA KOALÎSYONÊ HILWEŞÎNE

Li gorî civîna Duşemê ya CSU’yê wê diyar bibe bê ka Seehofer li ser mijara vegerandina ji ser sînor wê serî li biryarnameyan bide yan na. Heke Seehofer serî li vê rêyê bide, dibe ku Merkel wî ji ser kar bistîne û dibe ku hikûmeta koalîsyonê ya di navbeyna CDU û CSU ya bi SPD’ê re hilweşe.