Krîza li Iraqê didome

Li Iraqê gel bi daxwaza bila rejîm bikeve dev ji kolanan bernade û rêveber jî derbarê Serokwezîr Adil Abdulmehdî muzakereyan dike.

Li Iraqê di 1’ê Cotmehê de protestoyên li dijî nelirêtiyê piştî 24’ê Cotmehê dîsa dest pê kir.

Çalakiyên protestoyê bêtir li Bexda û başûrê wê didome. Di van çalakiyan de tê xwestin ku bila rejîm bikeve. Ji serê meha Cotmehê û heta niha 250 kes di van çalakiyan de hatin kuştin.

Bi domandina çalakiyan re li derdora Serokwezîr Berhem Salih jî muzakere tên kirin. Lê ji ber ku di navbera siyasetmedaran de nakokî hene, çareserî pêk nayê.

Parlemento jî bûye du beş, hinek alî piştgirî didin çalakiyan û hinek alî jî piştgiriyê nadin çalakiyan.

Parlementoyê roja Duşemê bangî Serokwezîr kir lê serokwezîr Abdulmehdî hê neçûye parlementoyê.

Roja Pêncşemê serokwezîr Salih bangî nûnerên partiyên siyasî yên bingehîn kir û mayîna Abdulmehdî nîqaş kirin.

Daxuyaniyên siyasetmedaran ên li ser twîtterê jî nekarî çalakiyên gel ên li kolanan qels bike.