Krîza Ûkraynayê: NATO'yê balafir û keştiyên şer şand

Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg ragihand ku ji bo xurtkirina prastaina Rojhilatê Ewropayê wan keştî û balafirên şer şandine.

NATO'yê, liv û tevgera leşkerî ya Rûsyayê ya li ser sînorê Ûkraynayê hincet nîşan da û ji bo xurtkirina parastina Rojhilatê Ewropayê balafirên şer şand û hêzên xwe lê sekinand.

Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg got, "NATO, xurtkirina rojhilatê tifaqê jî di nav de ji bo parastina hevalbendan hemûyan wê tedbîrên pêwîst her tim werbigire. Bi taybetî bi xurtkirina parastina xwe ya hevpar em ê her tim bersivê bidin xerabûneke gengaz a ewlekariyê."

Li gorî daxuyaniyê Danîmarkayê firkateynek li Derya Baltikê şandiye û ji bo piştgiriya ji mîsyona parastina hewayî ya NATO'yê ya li herêmê amade ye ku çar balafirên F-16 bişîne Lîtvanyayê.

Hate ragihandin ku Spanyayê jî keştî şandiye ji bo tevlî hêza deryayê ya NATO'yê bibe û plan dike ku balafirên şer bişîne Bûlgaristanê.

NATO'yê got, "Fransayê eşkere kir ku amade ye di bin fermandariya NATO'yê de leşkeran bişîne Romanyayê. Hollanda jî ji bo piştgiriyê bide polîsê hewayê yê NATO'yê yê li herêmê ji meha Nîsanê û pê ve 2 balafirên şer ên F-35 dişîne Bûlgaristanê û keştiyek û yekîneyên bejahî jî bi rengekî amadebûyî dihêle."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku DYE jî bi rengekî eşkere dixwaze ku hebûna leşkerî ya NATO'yê ya li aliyê rojhilat bê xurtkirin.

Di daxuyaniya NATO'yê de hate gotin, "Ji sala 2014'an dema ku Rûsyayê bi rengekî neqanûnî Kirim desteser kir û vir ve, NATO'yê bi koma taktîkî ya pir neteweyî ya li Estonya, Letonya, Lîtvanya û Polonyayê hebûna xwe ya li rojhilatê tifaqê xurt kir."

Hate ragihandin ku ev yekîneyên ji aliyê Qraliyeta Yekbûyî, Kanada, Elmanya û DYE'yê ve tên birêvebirin ji pir neteweyan ve pêk tê û 'ji şer re amade ne'. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hebûna wan bi rengekî eşkere nîşan dide ku êrişa li ser hevalbendekî êrişa li ser tevahiya tifaqê ye."

NATO'yê bi bîr xist ku beriya sala 2014'an wan li aliyê rojhilat ê Tifaqê hêza xwe nedihişt.

Rûsyayê mehên dawî bi deh hezaran leşker li ser sînorê xwe yê bi Ûkraynayê re bi cih kir. Ûkrayna û hêzên rojavayî vê yekê weke amadekariya ji bo dagirkeriyê dibînin. Moskowa jî ji NATO'yê garantiyeke nivîskî dixwaze ku Ûkraynayê tevlî xwe neke.