Krîza Îran û  DYE'yê giran dibe, Iraq li pey tevdîran e

Krîza di navbeyna DYE û Îranê de li Tengava Hurmuz û Iraqê giran dibe, du welat daxuyaniyên hevnegir didin.

Rageşiya di navbeyna DYE (Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ) û Îranê de bi daxuyaniyên hevnegir ên du aliyan didome. Her çendî rayedarên Emerîkî beriya bi çend rojan gotin, ''armanc ne şêr lê jêvegerandin e'' jî Emerîka balafirên şer B52'yan dişîne herêmê û hêzên xwe yên li Iraqê zêde dike, her wiha keştiyên şer jî ji Tengava Hurmiz derbas kirin.

ÎRAN: EM Ê NEKEVIN ŞER

Her wiha li aliyê Îranê jî Serokê Komîsyona Ewlehiya Netewî û Polîtîkaya Derve Huşmetullah Felahetpîşe jî got, şerê wekalatê jî di nêv de bi Emerîkayê re ti şerekî nekin.

Li ser sabotaja li ser tankêrên petrolê yên li Perava El-Fuceyra ya li  Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (MYE) jî  Felahetpîşe got, ''Siyaseta Îranê ew e ku şer nede destpêkirin. Ji bo vê jî ev çalakî ti têkiliya xwe bi siyaseta me re nînin. Em li bendê ne ku lêpirsîna bûyerên wiha bi encam bibin û em bawer dikin ku çalakiyên wiha duman li ser wan hene.''

Li gel van daxuyaniyan jî derkete holê ku Îran xwe hazir dike ku keştiyên şer bişîne nav ava navnetewî û wiha haziriya şer dike.

Keştiya şer ku  Îran wê bişîne nav avê navnetewî ew cure keştiya şer e ku  bi rengê ''62'' tê zanî û beriya niha jî van keştiyan ewlehiya keştiyên petrol û bazirganiyê yên Îranê li Kendava Adenê bi cih anîbû.

Fermandarên Spay  Pastaran ku di lîsteya terorê ya DYE'yê de ne gefan li DYE'yê dixwin û şer tev didin.

Fermandarê Zêravên Şoreşê yên Îranê Êran Gutî got keştiyên Emerîkî yên ji Tengava Hurmiz derbas bûne di bin kontrola wan de ne û pê xwest Emerîka çavtirsandî bike.

Gûtî got, ''Bakurê Hurmiz bi kontrola me ye. Ji bo ku ji vir derbas bibin divê destûrê ji me bixwazin..  Ji ber vê jî hîç nikarî nêzîkatiyê li me bikin.''

IRAQ LI PEY TEVDÎRAN E

Rayedarên Iraqî jî heta ji wan tê hewl didin ku Iraqê ji şerekî pêkan dûr bigirin. Lîderê Tevgera Sad Muktedar El Sadr ji bo ku Iraq li derveyî vî şerî bimîne Înê li hemû bajarên Iraqê wê xwe pêşandanê bike.

Di daxuyaniyê de ya ji hêla midûriyeta ofîsa Sadr ve hate dayin, divê Iraq di rageşiya DYE û Îranê de di ti eniyê de cih negire.

JI BO PETROLÊ LI RÊYÊN ALTERNATÎF DIGERIN

Serokwezîrê Iraqê Adil  Evdilmehdî ji ber rageşiya li herêmê, li ser rewşeke ku Tengava Hurmiz were girtin, got, ew li ser rêyên  alternatîf ên îxracata petrolê dixebitin.

Evdilmehdî li Bexdayê di daxuyaniyeke çapemeniyê de axivî, li ser rewşa bê ka rageşiya di navbeyna Îranê û DYE'yê de wê bandoreke çawa li îxraca petrolê Iraqê bike, axivî û got, ew li ser rêyên alternatîf dixebitin.

Evdilmehdî got, ''Li ser dîtina rêyên alternatîf girîng e ku bi Tirkiyê û Herêma Kurdistanê re bixebitin.''