Kremlîn: Dibe ku Rûsya daxwazên xwe ji Ukraynayê zêdetir bike!

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di hevdîtina xwe ya bi Serokomarê Fransa Emmanûel Macron re pêkanî de ragihand ku dibe daxwazên xwe yên ji Ukraynayê zêdetir bike.

Macron û Pûtîn li ser şerê Ukraynayê hevdîtinek pêk anîn. Li gorî daxuyaniya Kremlînê, Pûtîn diyar kir ku ew tevlê daxuyaniyên Macron ên li ser Ukraynayê nabe û hişyarî da ku ew dikarin daxwazên xwe yên ji bo Kîevê zêdetir bikin.

Pûtîn anî ziman ku ew ê têkoşîna li dijî neteweperestên Ukraynayê "bê lihevkirin" bidomînin.

Macron roja Çarşemê gotibû ku ew bi Rûsyayê re ne di nava şer de ne û heta ku ji destê wan were wê bi Pûtîn re di nav têkiliyê de bin. Macron her wiha ji bo parastina aboriyê jî “plana berxwedêriya aborî û civakî" ragihand.

Piştî Putin, Macron bi hevtayê xwe yê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî re jî bi telefonê axivî.

Serokwezîrê Fransayê Jean Castex ragihand ku ev hevdîtin li ser daxwaza Pûtîn pêk hatiye.

Serokwezîrê Fransî got: "Rewşa li qadê bêguman pir nebaş e” û ragihand, "Xuya ye ku Vladîmîr Pûtîn helwesta xwe parstiye û bi niyeta xwe ya bêçekkirina Ukraynayê û teslîmkirina wê girêdayî ye.” Castex her wiha diyarkir; “Ew eşkere nayê pejirandin.”