Koreya Bakur moşekeke din a balîstîk ceriband

Koreya Bakur moşekeke din a balîstîk, ku ji parzemînekê digihêje yeka din ceriband û gefa "em dikarin li her cihî bixin" xwar.

Li gorî agahiyên ji aliyê televîzyona fermî ve hatin ragihandin, moşek beriya bigihêje armanca xwe bi 39 deqeyan firiya ye û bi 2802 kîlometreyan bilind bûye.

Moşek li derya Japonyayê kete nava avê, ku bi 900 kîlometreyan dûrî cihê jê hate avêtin e. Koreya Bakur gef xwar, ku xwedî wê kapasîteyê ye ku dikare li cihekî bixwaze yê cîhanê bixe.

Eger ev agahî bê piştrastkirin, hingî bê wê wateyê ku Koreya Bakur di rêya pêkanîna gefa nukleerî ya li dijî DYA de, derbasî qonaxeke girîng bûye. Pispor dibêjin, moşeka nû dikare bigihêje Alaskayê.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka Donald Trûmp ji bo ceribandina moşekê got, 'abestî'. Trûmp twetek weşand û tê de nivîsand, "Koreya Bakur fuzeyeke din ceriband. Gelo tiştekî din ê çê nîne ku ev tîp di jiyana xwe de bike?"

Serokwezîrê Japonyayê Shînzo Abe destnîşan kir, ku ceribandina vê fuzeyê, bi rengekî vekirî gef zêde kiriye.

DYA, Koreya Başûr û Japonya wê bi wesîleya civîna bilind a G-20'an vê hefteyê li hev rûnên û mijarê binirxînin.

Serokkomarê Çînê û Serokdewletê Rûsyayê di mijara Koreya Bakur de banga diyalog û danûstandinê kirin.