Koreya Bakur fuzeya menzîl dirêj ceriband

Li gorî medya dewletê ya Koreya Bakur, di ceribandinên vê hefteyê de fuzeyên menzîl dirêj û fuzeyên menzîl kurt ên balîstîk hatin bikaranîn.

Koreya Bakur ji destpêka salê û vir ve di asta rekorê de fuze ceriband.

Lîderê vî welatî Kim Jong Un hefteyek piştî ku gefa jinûve ceribandina fuzeyên nukleer û balîstîkê, serdana febrîqeyeke çekan kir. Koreya Bakur ji sala 2017'an û vir ve ceribandina fuzeyan rawestandibû.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî KCNA'yê, Koreya Bakur vê hefteyê sîstema fuzeyên menzîl dirêj nû kir û ji bo fuzeya ji bejahî ber bi bejahî ve ceribandina piştrastkirina hêza serikê fuzeyê yê konvansiyonel pêk anî.

KCNA'yê diyar kir ku fuzeya menzîl dirêj roja Sêşemê hate avêtin û li hedefa  bi 1800 kîlometreyî dûr a li nava deryayê ket.

Koreya Bakur roja Pêncşemê jî bi fuzeyên menzîl kurt li giraveke diyarkirî xist.

Ji destpêka salê û vir ve şeş car in fuze têne ceribandin. Di nava van de fuzeyeke hîpersonîk jî hebû.