Koreya Bakur careke din fuzeya balîstîk ceriband

Koreya Bakur piştî ku diyar kir ku wê nerazîbûneke tund nîşanî zêdekirina tifaqa leşkerî ya navbera Washîngton, Seûl û Tokyoyê bide, careke din fuzeya balîstîk ceriband.

Li gorî Serokatiya Fermandariya Giştî ya Konreya Başûr, bi dema herêmî saet di 10:48'an de Koreya Bakur fuzeyeke balîstîk a menzîla wê kurt, ji peravên bakur ber bi Derya Japon ve avêt. Hate ragihandin ku fuzek di asta herî bilind de bi 47 kîlometreyî bi hewa ket û gihîşt deverek bi 240 kîlometre dûr.

Japonyayê jî ceribandina fuzeya balîstîk piştrast kir û nerazîbûn nîşan da ku ev yek li ser aştî û ewlekariyê gefeke.

DYE, Koreya Başûr û Japonyayê mehên dawî li hemberî Koreya Bakur tetbîqatên leşkerî yên hevpar zêde kirin.

Koreya Bakur van tetbîqatan weke hewldanek ji bo 'dagirkerî' û 'hilweşandina rejîmê' pênase dike.

Roja Sêşemê di dema civîna bilind a G20'î de Serokê DYE'yê Joe Biden hewl da ku hempîşeyê xwe yê Çînî Şî Cînpîng îqna bike ku zextê li Koreya Bakur bike.

Biden tevî hempîşeyê xwe yê ji Koreya Başûr Yoon Suk-yeol û Serokwezîrê Japonyayê Fumio Kishida ragihand ku eger Koreya Bakur fuzeya nukleer biceribîna wê bersiveke 'tund' bidin.

Li gorî çavkaniyên rojavayî, Koreya Bakur ji sala 2017'an û vir ve cara yekemîn, di dîroka xwe de jî cara heftemîn fuzeya nukleerî ceriband.