Komkujiya Pirsûsê hate şermezar kirin

Komkujiya Pirsûsê ku beriya bi 3 salan bûbû li gelek navendên Ewropayê hatin şermezakirin.

33 kesên ku 20’ê Tîrmeha 2015’an li Pirsûsa Rihayê bi êrîşeke xwekuj hatin kuştin li Elmanya, Hollanda û Swîsreyê hatin bibîranîn.

Li Mannheîmê ya Elmanyayê AGÎF, SKP, YS, ATÎF, ADHF, Partiya Şoreşger, HDK’ê û Navenda Civaka Kurd bi hevkarî 33 kesên ku di komkujiyê de hatin kuştin bi bîr anîn. Denîz Baran di bernameyê de axivî, got bîranîna Pirsûsê parastina şoreşa Rojava ye, bal kişande ser hevkariya dewleta Tirk û DAÎŞ’ê ya di komkujiyê de.

ULM

Li Ulmê ya Elmanya jî komkujî hate şermezar kirin. Çalakî ji hêla HDK-Ulm’ê ve hate organîzekirin. Di çalakiyê de ADHK, AGÎF, ATÎF, NAV-DEM û SKYP’ê jî hazri bûn. Li ser navê van saziyan hate gotin, ‘’Komkujî wê me ji têkoşîna me dûr nexin. Em ê di rêya 33 Rêwitiyên Xewnan de biçin.’’

DEN HAAG

 

Li Hollanda Den Haagê jî li ber avahiya parlamentoyê  Kurdistanî û şoreşgerên Tirkiyeyî bi pêşengiya DEM-NED, AVEG-KON, HTÎF, HDK’ê hatin ceme hev û kesên ku di komkujiyê de hatibûn kuştin bi bîr anîn. Di çalakiyê de bi dirûşmeyan hevkariya DAÎŞ’ê û Erdogan hatin gotin.

ZURÎH

Li Bern û Zurîhê ya Swîsreyê jî Kurdistanî li Navenda Çand û Perwerdehiyê ya Zûrihê ya Federasyona Karkerên Koçber a Swîsreyê hatin cem û 33 kesên ku di komkujiyê de hatin kuştin bi bîr anîn. Gaziya Pirsûsê Guneş Erzurumoglu axivî û got li gel bêderfetiyan ciwanên sosyalîst bi canê xwe têkoşiyane.

 ‘EM Ê DINYAYA KU WAN BI XEWNÊN XWE AVA KIRÎ, AVA BIKIN’

Her wiha ÎGÎF, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Platforma Dengê Girtiyan li Zurîh Rathausbrûckê hatin cem hev û komkujî şermezar kirin.

Di çalakiyê de hevkariya Erdogan û DAÎŞ’ê ya di komkujiyê de hate destnîşankirin. Gaziya Pirsûsê Guneş Erzurumoglu axivî û got, ‘’Me soz daye wan, em ê dinyaya wan ku bi xewnên xwe ava kirine, ava bikin.’’

Dayika şehîdan jî li ser navê Tevgera Jinên Kurd axivî û got pir  girîng e ku şoreşger werin cem hev. Piştî axaftina li ser navê Young Struggle çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Êvarî li Bernê, li qada Reîtschuleyê bi pêşengiya ciwanên Swîsreyî, Kurdistanî û Tirkiyeyî bernameyek hate çêkirin.