Komkujiya li Manchesterê bi xweşiya medya AKP'ê çû!

Komkujiya ku DAIŞ'ê li konsereke li bajarê Manchester ê Îngilîstanê kir, ji aliyê medya AKP'ê ve bi 'kêfxweşî' hate weşandin.

Êrîşa DAIŞ'ê ya li bajarê Manchester ê Îngilîstanê, ku di encamê de 22 kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn, bi xweşiya medya AKP'ê çû.

Rojnameya AKP'ê ya bi navê Yenî Akît bi sernavê "Kî çi dike, bi heman rengî bersiv jê re tê dayin" êrîşa DAIŞ'ê weşand. Di spota nûçeyê de jî wiha hate nivîsandin: "Cîhana rojava, ku di têkoşînê de Tirkiye bi tenê hişt, hembêza xwe ji rêxistinên terorê re vekir û çek da destê wan, terora ku bi destê xwe mezin kir, vê carê di dilê Îngilîstanê de dît."

Rojnameyeke din a AKP'ê ya bi navê Guneş jî manşeta "Çi dikin wê dibînin" nûçeya komkujiyê weşand û di sporta xwe de wiha nivîsand: "Ewropa, ku destekê dide rêxistinên terorê yên weke PKK, FETO û DHKP-C û ji bo pêşî li têkoşîna Tirkiyeyê ya li dijî terorê bigire çi ji dest tê dike, 'tûpişk'a ku xwedî dikir pê ve da. Piştî ku Îngilîstan bi êrîşa DAIŞ'ê veguherî gola xwînê, cîhana Rojava kete nava panîka terorê."

Balkêş e rojnameya bi navê Takvîmê jî sernivîsa "Îngilîz di şînê de ye" bi kar anî. Wekî din Star, Yenî Şafak, Yenî Bîrlîk, Akşam, Sabah û rojnameyên din jî mîna manşeta 'çi dikin wê dibînin' ên Akît û Guneşê, nûçe weşandin.

Berya niha, dema ku êrîş li Bruksel, Elmanya, fransa û Orlandoyê hatibûn kirin, medya AKP'ê bi heman rengî kêfxweşiya xwe nîşan dabû.