Kolera li Cezayirê vegeriya: Ji 40’î zêdetir weqa, 1 mirî

Li Cezayîrê bi sedema şewba kolerayê kesek mir. Ji 40’î zêdetir weqa hatin tespîtkrin.

Wezareta Tenduristiyê ragihand, li Cezayîrê û 3 heremên derdora wê 40 weqayên kolerayê tespît krine û kesek miriye. Ji 1996’an ve li welêt kolera nehatibû dîtin.

Yek ji rayedarê wezaretê doktor Camel Furar got 88 weqayên bi guman hene, ji van 41 jê hatine piştrastkirin. Furar got haê hazir 62 kes li nexweşxanê têne tedawîkirin. Li gorî rayedar ev bûyerên takekesî ne û bêhtir di nav malbatê de peyda dibin. Furar got, ‘’Em li girêdana wan kesên ku nexweşî di wan geriyaye, dikolin’’.

Rayedar got ne pêkan e ku nexweşî bi rêya avê di mirovên dî bigere, ‘’Naxwe wê têgerîn pir zûtir û zêdetir bûna’’. Doktor Furar got bêhtir ew li ser îhtîmalê baş neşiştina şînî û fêkî disekinin.

Lê saziyên rayedar têne sûcdarkirin, bi sedema ku vegera kolerayê veşartine. Rayedarên Enstîtûya Pateur û Wezareta Tenduristiyê 20’ê Tebaxê bi daxuyaniyeke çapemeniyê gotibûn îltîhaba zik-roviyan heye.

Radyoya Fransiz RFI bi bîr xist,’’23’yê Tebaxê piştî mirina kesekî, ji bo nexweşan îzole bikin li gel ku blokeke taybet hate çêkirin jî, bi rengekî fermî hê jî behsa bijehrbûnekê dihate kirin.’’