Ketina 600 koçberan a ji Yewnanîstanê re hat astengkirin

Yewnanîstanê ketina nêzî 600 koçberên ku hemwext bi gelek keştiyan ji peravên Tirkiyê ber bi welat dihatin, asteng kir.

Li gorî daxuyaniya yekîneyên ewlekariya peravê ya Yewnanîstanê, danê sibê 5 keştî û 4 bot hema hema hemwextî hevûdu ji peravên Tirkiyeyê ketin rê.

Hat diyarkirin ku yekîneyên ewlekariya peravê yên Yewnanîstanê dema ku koçber li nêzî giravên Sakiz û Samosê ku hê di nav avên reş ên Tirkiyeyê de bûn mudaxele kirin.

Her wiha hat ragihandin ku dewriyeyên Yewnanîstanê bi lez û bez ew koçber tespît kirine û aliyê Tirk agahdar kirine ku hemû keştî yan vegeriyane yan jî ji aliyê hêzên Tirk ve hatine rawestandin.

Rêveberiya Atînayê her tim Enqereyê bi wê yekê sûcdar dike ku li hemberî bazirganên mirovan tdbîrên têrker nagire. Tevî peymana di navbera Enqere û YE’yê ya di sala 2016’an de, dewleta Tirk ne tenê tedbîran nagire, her wiha gelek caran van deriyên sînor ji bo Ewropayê jî weke gef bikar tîne. Her wiha îdiayên giran jî hene ku dewleta Tirk vê koçberiyê bi rêxistin dike.

Li aliyê din Yewnanîstan jî ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve bi paşve zivirandina surgunan bi awayekî neqanûnî tê sûcdarkirin. Atînayê sûcdariya ku wan koçber bi rêyên derqanûnî dersînor kirine red dike, lê gelek mexdûran bertek nîşanî pêkanînên dijmirovahî yên li wan hatin kirin dan. Rapor hene ku di van dersînorkirinên neqanûnî de hejmareke mezin ji koçberan mirine.