Keştiya koçberan negihîşt peravê behrê, bi dehan koçber xeniqîn

Li bajarê Crotone ê herêma Calabrîa ya li başûrê Îtalyayê, keştiya koçberan binav bû, zêdeyê 40 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li bajarê Crotone ê herêma Calabrîa ya li başûrê Îtalyayê, keştiya koçberan binav bû, zêdeyê 40 kesan jiyana xwe ji dest da. Di daxuyaniyê de ku ji aliyê saziya ewlehiya peravan ve hat dayîn, wiha hat gotin: “Halê hazir, 80 kes xelas bûne, ji ber ku keştî ket bin avê, hin kesan nekarî xwe bigîhinin peravên behrê. 43 kes jî mirî hatin dîtin.“

Serokê herêmê Roberto Occhîûto jî got: “Zarok jî di nav de bi dehan kes xeniqîn; gelek kes winda bûn. Calabrîa, ji ber vê trajediyê şînê dike.“ 

Li gor saziya ewlehiya peravan, 120 kes di keştiyê de hebûne û çend metre ji peravê re mane û keştî li tehtan ketiye. Komên vemirandina agir jî diyar kir ku zêdeyê 200’î kes di keştiyê de hebûne.