Keştiya balefiran a DYA’yê li Behra Spî ye
DYA’yê li rojhilatê Behra Spî keştiyeke balefiran bi cih kir. Keştiya ku li ser wê bi dehan balefirên şer hene, rê li ber fikaran vekir. Keştiya balefiran bi kîjan armancê hate şandin?
DYA’yê li rojhilatê Behra Spî keştiyeke balefiran bi cih kir. Keştiya ku li ser wê bi dehan balefirên şer hene, rê li ber fikaran vekir. Keştiya balefiran bi kîjan armancê hate şandin?
Rayedarekî asta bilind ê Amerîkayê ragihand ku keştiya hêzên Amerîkayê amade ye ku îttîfakên xwe yên li Sûriyeyê biparêze.
Keşti navê “USS George H.W. Bûsh” 330 metre dirêj e, nêzika 70-90 balefirên şer ên F-18 hildigire. Ev balefir ji bo lêdana DAIŞ’ê ya li Sûriye û Iraqê tên bi kar anîn.
Keştî nêzî Hayfayê ye. Piştî 17 salan caran pêşîn keştiyeke bi vî rengî xwe nêzî peravên Îsraîlê dike.
Fermandarê Amerîkan ê keştiya balefiran James McCall diyar kir ku di pênc mehên dawîn de 1600 sortî li ser DAIŞ’ê ya li Sûriye û Iraqê hatiye kirin.
Fermandarê Amerîkan diyar kir ku hejmareke biçûk a sortiyan jî li hedefên rejîma Sûriyeyê daye.
McCall qebûl kir ku êrîşa li ser balefira Sûriyeyê ya di 18’ê Hezîranê de nêzî Reqayê hatibû kirin, ji aliyê balefireke vê keştiyê hatiye kirin.
Rayedarê Amerîkî got ku, “Em li vê derê hêzên koalîsyonê diparêzin.”
Di meha Nîsanê de 59 fuzeyên tomahawk ên ku li baregeha hewayî ya Sûriyeyê dabûn, ji vê keştiya balefiran hatibû avêtin.