Keştiya balafiran a Emerîkayê Kendava Hurmuzê derbas kir

Keştiya balafiran a Emerîkayê USS Dwight D. Eisenhower bi nasnavê 'Ike' rêveçûna xwe ya li Kendava Basrayê didomîne.

Fermandariya Leşkerî ya Navendî ya Emerîkayê (Centcom) li ser malpera xwe ya înternetê daxuyanî da û wiha got: “Koma Taarûzê ya Keştiya Balafiran a Dwight D. Eisenhower (IKECSG) li gorî plansaziyê di 26’ê Mijdarê de derbasbûna xwe ya ji Kengava Hurmuzê ya li Kendava Basrayê temam kir."

Li vê herêmê ji bilî Ike du keştiyên balafiran ên Amerîkayê hene, keştiya şer a herî mezin a cîhanê USS Gerald Ford ku ji meha Cotmehê ve li Behra Spî ye û USS Dwight D. Eisenhower ji serê meha Mijdarê ve li Deryaya Sor bi cih bûye.

Her wiha keştiyên piştgiriyê, bi dehan balafir û keştiyeke binê avê jî li herêmê hatine bicihkirin. Armanca Emerîkayê ew e ku ji bo pêşiya mîlîsên Îranê ku hewl didin şer berfireh bikin, bigire.

Rojnameya Haaretz a Îsraîlî li gorî dîmenên satelaytê yên ku roja Duşemê hatine kişandin nivîsand ku keştiya balafiran Ike 100 kîlometre li başûrê peravên Îranê û 120 kîlometre li bakurê rojhilatê Qeterê ye. Rojnameya Îsraîlîê dîmenên satelaytê ku "balafireke ku diyare li ber daketinê ye" weşand.

Malpera televizyona el-Mayadîn ku alîgirê Îranê ye li ser malpera xwe “dîmenên balafirên bêmirov ên Îranê" weşand.