KENY wê li ser mijara Koreya Bakur bi lez bicive
Piştî ku Koreya Bakur di Roja Serxwebûnê ya DYA de, moşeka ji parzemînekê digihêje parzemîneke din ceriband, bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) hate kirin ku bi lez bicive.
Piştî ku Koreya Bakur di Roja Serxwebûnê ya DYA de, moşeka ji parzemînekê digihêje parzemîneke din ceriband, bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) hate kirin ku bi lez bicive.
Sefîra Bilind a Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nîkkî Haley got, bang li Konseya Ewlekariyê hatiye kirin ku bi lez bicive. Tê payin ku civîn îro li gorî dema New Yorkê saet di 15:00 de pêk were.
Koreya Bakur, di 4'ê Tîrmehê Cejna Neteweyî ya DYA de, moşeka navbera parzemînan ceribandibû. Rêveberiya Pyongyangê piştî ceribandina vê moşekê îdîa kiribû ku hêza wan heye li her hedefeke li devereke cîhanê ye, bixin.
Serokdewletê Koreya Bakur Kîm Jong-ûn bi xwe jî di dema ceribandina moşeka bi tîpa Hwasong-14 de amade bû. Hatibû îdîakirin ku ev moşeka navborî gihîştiye bilindahiya 2 hezar û 800 metre û li hedefa xwe ya dûrahiya 933 kîlometre ketiye.
Serokê DYA Donald Trûmp bi daxuyaniyên xwe yên tund ên li dijî Koreya Bakur tê naskirin. Tirs û fikar hene, eger ev rewşa aloz bidome, dibe ku destwerdana leşkerî jî bê kirin.