Kazimî li pey çi ketiye?

Piştî ku tevgera Sadir xwe ji parlamentê vekişand û li şûna wê parlamenterên nû hatin diyarkirin, ji bo hikumeta nû gavên nû têne avêtin. Serokwezîrê Iraqê Kazimî piştî vê hewldanê berê xwe da Erebistana Siûdî.

Krîza avakirina hikûmeta nû ya Iraqê dewam dike. Piştî ku Tevgera Sadir ku lîderiya wê Muqteda El Sadir dike, biryar girt ku xwe ji parlamentê vekişîne, di civîna parlamentoyê ya 23’ê Hezîranê de ku tenê 40 deqeyan ajot, li şûna parlamenterên tevgera Sadir 64 parlamenterên nû hatin diyarkirin.

ÇARÇOVEYA HEMAHENGÎ PIRANÎ DENGAN WERGIRT

Li ser vê yekê Çarçoveya Hemahengî li şûna Tevgera Sedir 40 kursiyên parlamentê bi dest xist. Bi vê re hejmara parlamenterên Çarçoveya Hemahengî dibe 130. Bi vî awayî Çarçoveya Hemahengî li parlamenta Iraqê dibe koma herî mezin û dikare serokwezîr diyar bike û hikumetê bi aliyek din re ava bike.

KAZIMÎ BERÊ XWE DA SIÛDÎ

Piştî vê yekê hate ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana Îranê û Erebistana Siûdî bike.

Di vê çarçoveyê de îro Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî berê xwe da Erebistana Suidî, li gel Pirensê Erebistana Siûdî Muhammed Bîn Selman civiya.

Hate ragihandin ku Kazimî ji aliyê prensê Erebistana Siûdî Mihemmed Bin Selman ve hatiye pêşwazîkirin. Piştî merasîma fermî ya pêşwazîkirinê, her du alî civiyan. Li bendê ye ku di heman çarçoveyê de Kazimî serdana Îranê jî bike. 

JI BER KU DENGÊ XWE LI DIJÎ ÊRÎŞAN DERNAXE, KAMPANYA ÎMZAYAN HATE DESTPÊKIRIN

Hêjayî bibîrxistinê ye ku parlamenterê Iraqê yê Hevpeymana Fetih, Refîq Salih ragihand ku li Parlamenta Iraqê pêngavek komkirina îmzeyan ji bo lêpirsînkirina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hatiye destpêkirin.

Fetih Refîq dibêje: "Daxwaz dikin ku parlamenta Iraqê civînek neasayî li ser vê mijarê lidar bixe. Ji bo lêpirsîna Mistefa Kazimî rê û rêbazên pêwîst werin kirin. Ji ber ku li beramberî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser xaka Iraqê û binpêkirina serweriya Iraqê bêdeng maye."

Gelo Kazimî ji bo xwe ji vê yekê rizgar bike û piştevaniya ji bo xwe xurtir bike serdana Îranê û Erebistana Siûdî dike. Her wiha berî niha Pirensê Erebistana Siûdî çûbû Tirkiye û ji aliyê Serokkomarê Tirkiye û girgireyên hikûmetê ve bi heybet hatibû pêşwazîkirin.