Karwanê koçberan ber bi DYE’yê dimeşe

Karwanekî ku herî kêm ji hezar koçberan pêk tê, bi sûcdarkirina rayedarên xwecihî ku derew li wan kiriye, roja Duşemê ji başûrê Meksîkayê ber bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ve meşa xwe dewam kir.

Karwan di 24’ê Kanûnê de li başûrê Meksîkayê hatibû avakirin û di 2’yê Çileyê de belav bûbû. Ji koçberan re ku piraniya wan Venezûelayî ne, ji bo ku derbasî Meksîkayê bibin, soz hatibû dayîn.

Li gorî nûçeya AFP'ê koçbereke bi navê Rosa Vazqûez ku ji El Salvadorê ye nerazîbûnên xwe anîn ziman ku rayedarên der barê  pirsgirêka koçberiyê de kar dikin, sozên xwe bi cih neanîne.

Vazqûezê got: "Tenê xwestin komê belav bikin. Lê xeta kirin, çimkî em hemû li vir in û em ê meşa xwe bidomînin."

Yek ji organîzatorên karwanê Luîs Garcîa Vîllagranî jî got: "Wan bersivek neda, ew li navendan hiştin  (...)  malbat ji hev veqetandin û bûne sedema pirsgirêkên cidî," 

Koçber bi pankarteke mezin a bi nivîsa "Reva ji Xizaniyê" û bi dirûşmên "Em ne sûcdar in, em karkerên navneteweyî ne" ji navçeya Arrîagayê derketin.

Koçberiya ji bo Dewletên Yekbûyî yên Emerîakyê par gihişt asteke pir bilind. Wezîrê Karên Derve yên DYE'yê Antony Blînken di hefteya Noelê de ji bo gotûbêjkirina mijara koçberiyê ya di navbera her du welatan de bi Serokdewletê Meksîkayê Andres Manûel Lopez Obradorî re, çûbû Mexîco Cîtyê.

Li gorî polêsên sînorî yên DYE'yê, di navbera Cotmeha sala 2022 û Îlona 2023’yan de 2,4 mîlyon koçber ji sînorê başûrê DYA’yê derbas bûne û ev hejmar gelekî zêde ye.

Meksîka zêdetirî 3,000 km sînorê wê bi DYE'yê re heye. Ji bo koçberên ji welatên Emerîkaya Navîn (Hondûras, Gûatemala, El Salvador), Karîbîkê (Haîtî, Kuba)  yan jî yên Venezûelayê ku piraniyan ji ber tundî û xizaniyê koç dikin, weke welateke derbasbûnê ye.