BI DÎMEN

Karayilan: Ya esasî divê berjewendiyên neteweyî bin, ne yên rêxistinî

Mûrat Karayilan di serî de PDK, YNK û PYD bang li hêzên Kurdistanî hemûyan kir ku di vê dema dîrokî de ji bo afirandina stratejiyeke hevpar bi berpirsyarî rabin û goti "Divê berjewendiyên neteweyî esas bêne girtin, ne yên rêxistinî."

MÛRAT KARAYILAN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan anî ziman ku ew di demeke girîng û dîrokî de ne û got, "Metirsiya li ser Rojava mezin e, lê derfet jî mezin e. Divê gelê me yê li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî her cûre êrîşan amade be."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di 'Bernameya Taybet' a Stêrk TV de bersiv da pirsan. Hevpeyvîna ku tê gotin, di 14'ê Kanûnê de hate kirin û doh êvarê hate weşandin bi vî rengî ye:

22’yê Cotmehê Bahçelî bangek kir. Piştre 23’yê Cotmehê Omer Ocalan li Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtin kir. Rêber Apo di vê hevdîtinê de got, tecrîd dewam dike û geşedanên piştre jî vê yekê piştrast dikin. Têkildarî vê yekê hûn çi dibêjin?

Beriya her tiştî, piştî 44 mehan Omer Ocalan çû Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtin kir, ev yek tiştek baş bû. Berê derbarê rewşa Rêbertî de, ti agahiya me nebû. Lê belê bi vê hevdîtinê re, me agahî ji Rêber Apo girt. Ev tiştek baş bû. Lê belê, weke Rêber Apo jî diyar kirî, tecrîd dewam dike. Ji wê demê û vir ve jî jixwe ev yek bi eşkere tê dîtin. Bêhiqûqiya dewletê ya li hemberî Îmraliyê, hîna dewam dike.

Omer Ocalan beriya çend rojan, di meclîsê de axivî û hin agahiyên nû dan. Ragihand ku Rêber Apo gotiye, ‘eger derfet bê afirandin, ez dikarim rola xwe bilîzim’ û diyar kir ku derfeta ku wî behs kirî, ne derfeteke şexsî ye, ji bo şexsê xwe tiştekî naxwaze, divê zemîn bê avakirin. Ev tê wê wateyê ku divê dewlet gav bavêje. Divê gavên siyasî bavêje û zemînê ava bike ku Rêber Apo jî ji bo çareseriyê rol bilîze û hewldanê bike. Yanî bêyî avakirina zemînê, wê çareserî çawa çêbibe? Bê guman nabe.

Niha hevserokên DEM Partiyê jî ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirine. Tevî ku demek dirêj li ser derbas bûye jî, hîna bersiv nehatiye dayîn. Yanî hewayeke welê çêbûye ku, sankî şandeyek yan jî rayedarên DEM Partiyê eger biçin giravê û ew hevdîtin çêbibe, wê ji nişka ve her tişt bi cih were yan jî çareserî pêş bikeve! Avakirina qeneeteke wiha yan jî ji xwe ve avabûna wê, ne rast e. Bê guman xwestina çûyîna Îmraliyê, tiştekî şaş nîne. Lê belê nêzîkatiya ‘eger em biçin wê pirsgirêk çareser bibe’ ne rast e. Lewma ji xeynî xwestina çûyîna Îmraliyê, divê mirov bixwaze ku gav jî bê avêtin. Her kesê alîgirê çareseriyê, divê daxwaz bikin ku dewlet gav bavêjin. Dewlet niha jî hîna siyaseta xwe ya berê didomîne. Pêwîst nake em kiryarên wê yek bi yek bêjin; jixwe tên zanîn. Êrîşên li dijî hêzên me dewam dikin; siyaseta qeyûm dewam dike; êrîşên li ser Rojava dewam dikin. Bi kurt û cewherî polîtîkaya dijminatiyê dewam dike û di pratîkê de, ti guhertin nînin. Wê demê di van şert û mercan de, Rêber Apo wê çawa gavên nû bavêje? Pêwîstî pê heye ku dewlet gav bavêje. Lê belê heta niha tiştek çênebûye. Tenê bangên Devlet Bahçelî hene; ji dervey wê tiştek din nîne.

Tiştek din jî heye ku di vê pêvajoyê de derketiye holê: Mesele heta niha endamên AKP’ê û gelek derdoran digotin MHP û Devlet Bahçelî li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd dibin asteng. Lê belê niha derket holê ku ev yek wiha nîne. Astengiya li pêşiya çareseriyê ne MHP e, AKP e. AKP bi zihniyeteke faşîst û nîjadperest tevdigere. Tayyîp Erdogan çend Kurdên ku dijminê nifşê xwe ne, li dora xwe kom kiriye û bi rengekî ku di dîrokê de nehatî dîtin li hemû parçeyên Kurdistanê li hemberî gelê Kurd dijminatiyê dike. Êdî ev derketiye holê. Divê mirov li gorî vê rastiyê tevbigere. Bi taybetî jî gelê me divê vê rastiyê baş bibîne; divê her kesê alîgirê çareseriyê têbikoşe û ji bo terikandina vê siyaseta bi nîjadperestî, faşîzm û zextê ya li ser bingehê mirinê, hewl bidin. Ji bo vê yekê jî têkoşîn tê xwestin. Di destê Rêber Apo de darek bi sîhîr nîne ku bêje ‘bila çareserî were’ wê yekser çareserî were. Yanî heta ti gav neyên avêtin, ji Rêber Apo daxwaz kirin ne rast e. Ev yek, tê wateya zextkirina li ser Rêber Apo. Ji bo vê yekê, divê mirov di vê çarçoveyê de nêz bibe. Beriya her tiştî, destpêkê divê desthilatdariya AKP’ê ji bo çareseriyê gav bavêje. Divê ev daxwaz derkeve pêş.

Piştî 27’ê Mijdarê, li Sûriyeyê geşedanên ku ti kes ne li bendê bû, qewimîn. Hêzên HTŞ’ê êrîşî gelek cihan kirin û di 12 rojan de gihiştin Şamê. Desthilatdariya Beşar Esad neçar ma ku berde û desthilatdarî hate guhertin. Têkildarî vê pêvajoyê hûn çi dibêjin?

Weke we diyar kirî, rejîma Baas hilweşiya. Dem rast ne nirxandin; bi taybetî di 13 salên borî de gelek bang hatin kirin; gelek hewldan hatin raberkirin, lê wan xwe ji guhertin û veguhertinê re girtin, guh nedan bangan. Xwestin tenê siyaseteke li ser esasê îstixbarat û tundiyê, bi rengekî domdar bidomînin. Piştre di van 12 rojan de, ji ber rizîbûna di nava xwe de jixwe bêyî ku şerekî pir cidî biqewime hilweşiya. Eger hîna di destpêkê de, yanî di sala 2011’an û beriya wê de guherîn û veguherîna demokratîk pêk anîba, pirsgirêka Kurd çareser kiriba, demokrasiya di nava welêt de pêş xistiba, wiha nedibû. Lê belê wan di xwe de israr kirin û li hemberî rastiyê xwe girtin, bi vî rengî têk çûn û hilweşiyan. Her çendê ku bi hêsanî hilweşiyabin jî, mudaxileyeke li dijî Sûriyeyê jî heye. Hêzên navneteweyî jî di nava vê mijarê de hene. Derketiye holê ku DYE, Îsraîl, Îngilistan û Tirkiye di vê mudaxileyê de cih girtine.

Niha êdî rojeva jinûve dîzaynkirina Sûriyeyê heye. Qasî tê dîtin, têkildarî vê yekê di navbera hêzên ku nava vê planê cih girtine de, nakokî heye. Armanca her kesê cuda ye. Mesele armanca Tirkiyeyê cuda ye; armanca Îsraîl û aliyên din cuda ye. Tirkiye dixwaze Sûriyeyê li gorî xwe dîzayn bike. Hetta vê pêvajoyê weke Şoreşa Sunnî-Îslamî dinirxîne û vê weke serketina xwe dibîne. Herî dawî di axaftina Tayyîp Erdogan a li Erziromê de, derket holê ku Erdogan li Helebê rakirina ala Tirk weke serketinekê dibîne. Bi kurt û cewherî, Tirkiye dixwaze her tiştê li gorî xwe rêxistin bike.

Di esasê xwe de ji berê ve, komên li Tirkiyeyê û ji xwe re dibêjin muxalefet, hikûmeteke demkî ava kiribûn. Di van 5-6 salên dawî de, ew hikûmet heye; qaşo serokwezîr û wezîrên wê hene. Niha li Dîlok û Stenbolê dijîn. Tirkiyeyê esas dixwest ev hikûmeta mualefet were Şamê birûne û bibe desthilatdar. Daxwaza Tirkiyeyê ev bû. Lê belê tişta tê dîtin, hêzên afirînerê lîstokê, ev yek qebûl nekirine. Wan tercîh kirin ku pêşiya lîderê HTŞ’ê Muhammed Golanî vekin. Tê fêmkirin ku dixwazin bi pêşengiya wî Sûriyeyê bi ser hev ve bînin û jinûve dîzayn bikin. Tirkiye jî neçar maye ku vê yekê qebûl bike. Jixwe daxwaza desthilatdariya AKP’ê ne ev e. AKP’ê alîgirên xwe amade kiribû û dixwest ew bibin desthilatdar. Lê belê bingeh û hêzeke wan nîne. Ya ku xwedî hêza esas, HTŞ e. Tê fêmkirin ku peywendiyên diyar ên lîderê HTŞ’ê hene. Xuya ye dixwazin xwe veguherînin û li ser vê bingehê pêş li wan hatiye vekirin.

Niha dewleta Tirk neçar maye ku vê yekê qebûl bike, lê vê carê jî ferzkirinan li Muhammed Golanî dikin. Ya rast dewleta Tirk alîkarî da wan (HTŞ), lê dîsa jî kesên girêdayî xwe cuda rêxistin kir. Hikûmeta muxalefetê û hêza bi navê Artêşa Millî ya Sûriyeyê, wan bi xwe rêxistin kir. Hem navê Artêşa Millî ya Sûriyeyê li vê hêzê kirin, hem jî girêdayî xwe kirin. Bê guman girêdanbûna artêşeke millî ya bi welatekî biyanî re, tişteke ku divê çênebe. Jixwe AKP piranî berevajî gotina xwe dike. Ev têkildarî mijara Artêşa Millî ya Sûriyeyê jî, rewşeke wiha ye. Bi kurt û cewherî dewleta AKP’ê xwest hêzên girêdayî xwe, bîne ser desthilatdariyê lê dema ku ev yek pêk nehat, vê carê jî ferzkirinan li HTŞ’ê dike. Îbrahîm Kalin û berpirsyarê îstixbarata Qatarê bi hev re çûn wir; hin liv û tevger raber kirin ku peyama ‘em bi hev re ne’ didan. Niha rewşeke wiha heye.

Baş e, ev rewşa heyî gelo heta kengî dikare bi rengê ku tê nîşandan dewam bike? Bi rastî jî wê çiqasê destûr bidin ku bi pêşengiya Muhammed Golanî, Sûriye jinûve bê avakirin? Têkildarî vê yekê niha tiştek nayê gotin. Evane mijarên nîqaşê ne û eger têkildarî vê yekê pirsgirêk çêbibe, dîsa fikar û îhtimala qewimîna şerê hundir heye.

Xeteriya herî mezin dewleta Tirk e. Ji ber ku dewleta Tirk xwedî armancên cuda ye. Weke min diyar kirî, ewane dixwazin her tiştê li gorî xwe dîzayn bikin. Armanca wan a destpêkê û sereke ew e ku li wir di avakirina nû de, Kurd statu bi dest nexin. Di rewşa heyî de Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî bi hev re hema bêje ji sêyan yekê Sûriyeyê kontrol dikin. Tirkiye niha dixwaze vê yekê tune bike. Lewma armanca wan a yekemîn ew e ku Kurd li wir nebin xwedî statu. Ewane dixwazin Sûriyeyeke navendî çêbibe û giranî didin vê yekê. Dixwazin bi zihniyeta Osmaniya Nû, vî welatî bi xwe ve bidin girêdan. Yanî dixwazin Sûriyeyê bigirin bin hîmayeya xwe. Vê yekê wisa naveşêrin jî. Di her axaftinên xwe de, vê bi rengekî îfade dikin.

Gelo hêzên din ên di nava vê planê de cih digirin, wê çiqasê destûrê bidin vê yekê? Ev mijara nîqaşê ye. Bê guman weke tê dîtin, her tişt wê li gorî daxwaza dewleta Tirk çênebe. Wê wisa destûra her tiştî neyê dayîn. Ji ber ku ev ji bo Tirkiyeyê pêş nexistin. Erê; rola Tirkiyeyê jî di vê yekê de heye, lê îradeyek jî heye. Gelo ev îrade wê çiqasê destûr bide ku daxwazên Tirkiyeyê pêk bên? Ji ber ku armanca sereke ya planê, ewlehiya Îsraîlê çêdike. Yanî li ser bingehê tunekirina gefên li dijî Îsraîlê, planek hatiye çêkirin. Lê Tirkiye dixwaze pêvajoyeke berevajî wê, pêş bixe. Yanî planeke Sunnî-Îslamger a li Misirê bi ser neketî, niha dixwazin li Sûriyeyê bi ser bixînin. Ev wê bi xwe re Îslama Siyasî jî gur bike. Jixwe îşaretên vê yekê tên dîtin. Ev jî wê bi xwe re xeteriyan bîne. Lewma îhtimala hîn zêdetir şer û têkoşînê ya li ser Sûriyeyê, heye.

Lê belê tişta eşkere ew e ku, êdî li Sûriyeyê demeke nû destpê kiriye û ev tenê ji bo Sûriyeyê nîne, di esasê xwe de ji bo hemû herêma Rojhilata Navîn tê wateya destpêka demeke nû. Divê ev yek were dîtin. Tê diyarkirin ku ev plan wê hîn bêhtir dewam bike û ji vir û şûnde, wê dewletên cuda jî bibin hedef. Navê Iraq û hin welatên cuda, derbas dibin. Yanî ev plan di nava çarçoveyekê de, wê li Rojhilata Navîn dewam bike. Lewma li herêmê demeke nû îfade dike; di çarçoveya vê dema nû de her tişt tê nirxandin û tê armanckirin ku herêm li ser vî bingehî were dîzaynkirin.

We pêvajo nirxand. Di vê pêvajoyê de Kurd û bi taybetî aliyên Kurd ên li Rojava çi bikin?

Weke tê zanîn berê jî, çend caran li herêma Rojhilata Navîn planên dîzaynkirinê pêş ketin, lê belê gelê Kurd di wan de cih negirt. Niha di nava vê plana ji bo dîzaynkirina Rojhilata Navîn de, diyar e ku cihê dewleta Tirk nebû, lê bi rengekî hin hêz girêdayî xwe kirin û di vê planê de cih girt. Dewleta Tirk dixwaze Kurd di nava vê planê de cih negirin. Mîna Peymana Lozanê ji bo cih ji Kurdan re neyê dayîn, hewl dide. Bi taybetî jî naxwaze bibe xwedî statu. Dewleta Tirk gelek caran qebûlkirina statuya Başûrê Kurdistanê, weke şaştiyek nirxandiye. Tayyîp Erdogan bi xwe ev tişt gotiye. Niha jî heman şaştî -ku ev di rastiyê de şaştî nîne- naxwazin li Rojava dubare bikin. Bê guman dixwazin vê siyasetê bi giştî bimeşînin. Di demeke wiha de ku herêm jinûve tê dîzaynkirin, tişta ku herî zêde pêdiviya gelê Kurd pê heye stratejiyeke hevpar e. Eger di vê pêvajoya dîrokî de gelê Kurd stratejiyeke hevpar çêneke, wê şaştiyek dîrokî bike. Dema em vê yekê diyar dikin, em nabêjin divê îla bi hev re bin û heman tiştê bifikirin. Divê stratejiyeke hevpar a Kurdan hebe û her rêxistin ji bo serketina wê stratejiyê, bibe alîkar. Eger ev çênebe, ji xwe dewleta Tirk Kurdan weke gel nabîne, weke eşîran dinirxîne. Mesele lîderên li Başûr, weke reîsên eşîran dibîne. Lewma îdîaya dewleta Tirk ew e ku Kurd netew nînin. Bi vî rengî dinirxînin. Erê dibêjin, ‘Kurd hene’ lê dibêjin parçeyekî Tirkan e yan jî tiştekî cuda ne. Di rastiyê de vê şîrove jî nakin. Dixwazin xwe jî bikin hakim. Lewma gelê Kurd li dijî vê siyaseta ku wê nas nake û naxwaze gelê Kurd di vê pêvajoyê de cih bigire, divê teqez bi rengekî bibe yek û bigihije stratejiyeke hevpar.

Ji bo vê yekê, ez di vê dema girîng de bang li hemû berpirsyarên siyaseta Kurd, yanî di serî de PDK, YNK, PYD hemû serok û hevserokên partiyên li her çar parçeyên Kurdistanê, li rewşenbîr û her kesê xwe berpirsyar dibîne dikim: Di vê dema dîrokî de divê her kes berpirsyar nêz bibe. Divê ti kes di sekna xwe ya heta niha de, israr neke. Bila ti kes li pêşiya yekbûna platformeke xwedî cudahiyên fikrî û îdeolojîk, nebe asteng. Berjewendiyên rêxistinî na, berjewendiyên neteweyî divê esas bin. Weke min diyar kirî eger yekîtiyeke pir rêkûpêk nebe jî, divê diyalog hebe; divê nêzîkatiyek hebe. Mesele niha li Rojava gelê Kurd divê nekeve nava valatiyê. Gelê Kurd li wir lewaz nîne; derfetên wê hene, lê ji bo ku bi ser bikeve divê her parçe û her siyasetmedarê Kurd piştgiriyê bide Rojava. Mesele deriyê Sêmalka hîna girtî ye. Gelo ev ê çawa were şîrovekirin! Tiştên wiha divê ji holê rabin. Di vê dema girîng de, divê di nava Kurdan de qutbûn çênebe; dîrok vê yekê ferz dike.

Divê her kes vê jî bizane ku; heta ku dewleta Tirk Kurdên di nava xwe de û mafê wan ên nasnameyê qebûl neke, di nava xwe de pirsgirêka Kurd çareser neke, Kurdên li parçeyên din qet nabin dost. Ji ber ku kîjan parçe dibe bila bibe, ew ji hemû Kurdên mafên xwe standine û bûne xwedî statu ditirsin. Niha Rojava weke xeteriyeke li dijî xwe dibîne. Çima? Ji ber ku difikire ku wê bibe mînak û Kurdên li Bakur jî wê armanc bikin ku îla bibin xwedî statu. Lewma xeterî dibîne. Lewma dewleta Tirk heta ku di nava xwe de pirsgirêka Kurd çareser neke, wê bi rengekî domdar dijminatiya Kurdan bike. Dibe mîna niha wê bi Başûr re hin peywendiyên taktîkî çêbike, lê weke stratejî dijberiyê dike. Divê her kes vê bibîne û bizane ku dostaniya bi dewleta Tirk re tê çi wateyê û çi feydeyê vê ji gelê Kurd re nîne. Divê ev rastî were dîtin û li gorî vê her kes siyaseteke neteweyî esas bigire. Feydeya gelê me di vê yekê de heye. Ji bo vê yekê ez car din bang li her kesê xwe berpirsyar dibîne dikim ku sekn û nêzîkatiya xwe li ber çav re derbas bikin. Seknên şaş divê di vê demê de bên derbaskirin.

Weke giştî ez dikarim vê diyar bikim, lê belê ji aliyê Rojava ve jî ev bûye neçariyek. Em dibînin; 2-3 roj in rayedarên Rojavayî jî bênavber qala yekîtiya navxweyî dikin. Em vê rast dibînin û bi her rengî piştgiriyê didin vî fikrî. Rojavayê Kurdistan divê di nava xwe de yekîtiya xwe çêbike, bibe yek deng û bi vî rengî biçe Şamê. Pêdivî bi vê yekê heye. Helbet Rojavayê Kurdistanê bi tena serê xwe nîne; bi wan re xwişk-birayên Ereb, Asûrî-Suryanî hene; divê bi wan re jî bibe yek deng, bi vî rengî xwe bikin yek hêz û îrade. Bi vî rengî wê dengê wan hîn xurttir bibe. Lewma ev ji bo Rojava şert e.

Li Rojava heta niha hin derdorên Kurd di nava derdora ku ji xwe re dibêjin îtîlaf (muxalefet) de cih digirtin. Dibe ku bi van koman re, hêviya wan a gihiştina armanca xwe û bidestxistina hin tiştan, hebû. Di bernameya vê çêkera ku jê re muxalefet tê gotin de, zêde qala mafê ji bo Kurdan nake. Lê dîsa jî xwestekek wiha ya hin derdoran hebû. Lê niha muxalefet bixwe ketiye valetiyê. Ji ber ku wisan zêde hêza wan jî nîne; dîsa ti kes jî zêde cidî nagire. Jixwe niha jî di wê rewşê de ne ku navên xwe biguherînin. Ji ber ku heta niha ji rejîma Baas re digotin muxalefet, lê ji vir û şûnde wê ji kê re bêjin muxalefet! Divê were zanîn ku êdî wê xêrek ji wir neyê.

Lê belê tevî ku ev rewş çêbûye jî, hin rayedarên ENKS’ê weke berdevkên şerê taybet ên dewleta Tirk diaxivin. Divê ew vî zimanê biterikînin. Gelo ma karê wan e ku weke parêzer û berdevkê Tirkiyeyê biaxivin! Dewleta Tirk weke dewleteke hegemonîk û zextkar dixwaze gelê Kurd tune bike. Tu beriya her tiştî were baxçeyê xwe, yanî were warê Kurdan. Bese êdî xizmeta ji kesên cuda re. Êdî bila hinekê Kurd bibin yek û ji xwe re xizmetê bikin. Ya rast ev e û di vê çarçoveyê de em bawer dikin ku wê li Rojava yekîtî çêbibe.

Helbet piştre, pêdiviya hemû Kurdistanê bi yekîtiyê heye. Ji ber ku tê dîtin ev pêvajo bi Sûriyeyê re sînordar namîne û wê belav bibe. Pêkan e ku sibe li Iraqê jî di vê çarçoveyê de geşedanên nû çêbibin. Yanî pêdivî bi yekîtiyekê heye. Bê guman ev yekîtiya ku ez qalê dikim, wisa xeyalî nîne; bi rengê ku her kes hema wisa were ba hev û bêjin ‘em dibin yek’ yekîtî nabe. Mixabin hatiye dîtin ku li Kurdistanê ev wiha zû pêş nakeve. Lê belê herî kêm diyalog dibe; herî kêm stratejiyeke hevpar dibe. Divê her kes di vî alî de berpirsyar nêz bibe û hewldanê bike.

Rayedarên dewleta Tirk dibêjin ku li Rojava PKK heye û em ê PKK'ê tasfiye bikin. Weke Rêxistin hûn li Rojava hene?

Tenê nabêje 'li Rojava PKK’ê heye', dibêje, ''li Rojava desthilatdariya PKK'ê heye û ez ê wê tine bikim.'' Ev zimanê şerê taybet ê Tirkiyeyê ye. Wekî mînak; HTŞ’ê niha ji aliyê hin dewletan û Neteweyên Yekbûyî ve di lîsteya terorê de ye. Lê weke PKK’ê em ne bi vî rengî ne. Ji bo berjewendiyên DYE û Yekîtiya Ewropa, me xistine lîsteya terorê. Ji dervî van, Neteweyên Yekbûyî û cîhanê me nexistiye lîsteya terorê. Dewletên ku me dixin lîsteya terorê jî, ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj û bi neheqî me xistine lîsteya terorê. Ji ber vê yekê me doz vekir. Weke mînak Yekîtiya Ewropayê di sala 2002'an de me xist lîsteya terorê, wê demê şerek jî nebû. Me şer rawestandibû. Yanî ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî ev neheqî û bêhiqûqî kirin. Em tevgereke ku ji bo mafên xwezayî yên gelê Kurd têkoşînê dimeşînin. Kî li cihê me be wê ji bo gelê xwe vê têkoşînê bimeşîne. Ev têkoşîneke rewa ye û li gorî qanûnên Neteweyên Yekbûyî ye. Gelekî ku ji ziman, hebûn, dîrok, her tiştî bêpar bê hiştin, mafê wê yê têkoşînê heye. Em jî vê yekê dikin. Lê wan me bi awayekî neheq xistin lîsteyê.

Niha dewleta Tirk hewl dide vê yekê bikar bîne û ji bo her Kurdek ku xwedî li doza nasnameya xwe derdikeve dibêje ‘Ev PKK’yî ye’. Binêrin, li Bakurê Kurdistanê ji kîjan endamê DEM Partiyê hez neke, dibêje, "Ev endamê PKK'ê ye." Mirovên ku xebatên ziman û wêje dimeşînin digirin.

Akademîsyenan digirin. Çend roj berê li Zanîngeha Dicleyê profesorek bi hinceta endamê PKK’ê ye girtin. Aktîvîstên azadiya jinê û aktîvîstên ciwanan, bixwazin kî bigirin dibêjin, "Ev endamê PKK'ê ye." Her wiha ji ber muxalefeta xwe ya li hember CHP’ê dixwaze bi rêya vê jî zextê bike. Li dijî Kurdên nava CHP’ê bi îftîrayê PKK’yî ne doz vedike û wan dide girtin. Mînaka vê ya herî berbiçav Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer e. Kurd e, akademîsyen e, heta niha di gelek akademiyan de wezîfe girtiye, bûye cîgirê rektor, lê ji ber ku xwestine wî bigirin, gotine "Ev kurd e." Lêkolîn kirin û di encamê de dîtin ku Ozer li ser xweseriyê nivîsek nivîsandiye û di hevdîtinên Îmraliyê de carekê behsa wî hatiye kirin. Li ser vê gotin "Temam, ev endamê PKK'ê ye" û ew girtin. Yanî ev yek rêbazeke şerê taybet ê Tirkiyeyê ye. Dewleta Tirk ji bo Kurdan biperçiqîne vê rêbazê bikar tîne.Heman rêbazê li hemberî Rojava bikar tîne. Dibêje “Rojava PKK e.” Çima? Ji ber ku dixwaze statûya li wir tine bike. Ji rêveberiya xweser û desthilatdariya wir aciz dibe, dixwaze wê tine bike. Ji ber vê dema ku navê wan rêz dike nabêje PYD/YPG, yekser dibêje PKK/PYD/YPG. Ev yek zimanê şerê taybet e. Ji bo hemû Kurdên doza nasnameya xwe dikin bike hedef, vî zimanî bikar tîne. Ji ber vê yekê divê hemû dewlet, partî û siyasetmedar-Kurd bin ango nebin- bi vî zimanê şerê taybet ê dewleta Tirk nexapin. Tiştekî bi vî rengî nîne. Li wê derê gelên Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî hene, bi sîstemeke demokratîk re rêveberiya xwe bi hev re ava kirine û dixwazin bibin xwedî statuyekê.Em bi awayekî eşkere radigihînin; weke PKK em li Rojava nînin. Li Rojava ti têkîliyên me yên xwezayî an jî rêxistinî bi ti rêxistinekê re nîne. Her kes dizane bê em kengî çûne û vegeriyane. Dema DAÎŞ'ê êrîş kir em çûn Kerkûk, Hewlêr, Mexmûr, Şengal û bêguman Kobanê û Rojava. Lê em vegeriyan. Niha jî li ser vê bingehê dibêjin, 'PKK li wir e.' Na, tiştekî bi vî rengî nîne.

Li vir tiştek heye: Rêber Apo felsefeyek e, paradîgmayek e. Her kesê ku felsefeya Rêber Apo, Paradîgmaya Civaka Ekolojîk a Demokratîk a li ser bingeha Azadiya Jinê esas digire, nayê wê wateyê ku ew endamên PKK'ê ne. Eger wiha be, wek mînak niha li Arjantînê aliyên ku dibêjin ew di xeta Apoyî de rêxistinkirî ne, hene. Li Pakistanê jî hene. Li gelek deverên din ên cîhanê hene. Ew jî endamên PKK'ê ne? Na. Çawa ku di demên berê de gelek partiyên komunîst hebûn û tevî ku hemû li ser bingeha Marksîzmê bûn jî, ti ji wan ji hev berpirsyar nebûn. Îro Apoyî paradîgmayek e, xetek e û felsefeyek e. Eger hin rêxistinên Rojava xwe dispêrin vê xetê, ev nayê wê wateyê ku ew endamên PKK'ê ne. PKK’ê tevgereke xwedî rêzikname û bernameyeke navxweyî ye û ji xwe berpirsyar e. Bi kurtasî, tiştên bi vî rengî rêbazên şerê taybet ên Tirk in. Rastî ev e û divê her kes li gorî vê rastiyê tevbigere.

We behsa xeteriyên Tirkiyeyê yên li ser Sûriyeyê kir. Gelo xeteriya ku Tirkiye yekser bi leşkerên xwe re êrîşê Sûriyeyê bike heye?

Pêvajoya ku em tê de ne, pêvajoyeke wiha ye ku şerekî tevlîhev e û gelek hêz tê de hene. Diyare ku rayedarên Tirk jî hinekî li ser vî şerî lêhûrbûne. Dixwazin rêbazên şerê hîbrîd bi kar bînin. Li vê derê hêzên xwe ji bo xwe li Sûriyeyê bi rêxistin kirine. Mirovên ji şerê Sûriyeyê reviyan û çûn Tirkiyeyê jî pêwistiya wan bi pereyan hebû. Tevî Qatarê ku ji xwe roleke xerab li dijî Kurdan dilîze, pere dan wan û di heman demê de wan perwerde kirin. Hin kom ji xwe berê hebûn. MÎT'ê bi wan re têkilî danî û ev kom birêxistin kirin û wan jî bi navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê bi nav kirin. Hin kes, ji ber hemû beşa civakê nas nakin SMO û HTŞ’ê mîna hev digirin dest. Ne wisa ye. HTŞ xwedî xeteke diyar e û cidiyeta wê mijara gotinê ye. Lê ev ne wisa ne. Ev çete ne, ji bo pere hatine ba hev. Lê di heman demê de hêzên taybet ên dewleta Tirk dikevin nava wan û kincên wan li xwe dikin. Yên ku şerê vê hêzê koordîne dikin û serkirdeyê wan çeteyan, generalên Tirk in. Her wiha tang, wesayîtên zirxî, teknîk didin wan. Bi balafirên xwe destek didin wan û her wiha çerçoveyeke taktîkî didin wan. Hêzeke bi vî rengî bi rêxistin kirine. Navê vê hêzê SMO ye, lê di esasê xwe de hêzeke girêdayî Tirkiyeyê ye. Ti kes nikare bêje ku ev hêzeke Sûriyeyê ye. Na. Ev hêza Tirkiyeyê ye. Ji bo armancên Tirkiyeyê tevdigerin, sîxurên Tirkiyeyê ne. Mûçeyên xwe ji Tirkiyeyê digirin. Talîmatên xwe jî ji Tirkiyeyê digirin. Fermandarê QSD'ê du roj berê ji çapemeniyê re axivî û got "Em bi wan re diaxivin, lê ew dibêjin, 'Tenê Tirkiye dikare biryarê bide'." Ji ber ku ew ne xwedî îrade ne. Wan ji bo xwe bi rêxistin kirine, dixwazin bi vê rêbazê şer bikin.

Bêguman eger mecbûr bimîne wê tevlî artêşa xwe mudaxele bike, lê ji bo ku artêşa wî tevlî bibe, divê hêzên navneteweyî yên mîna DYE’yê destekê bide wan. Di vê mijarê de hin pirsgirêkên wan hene. Lê dixwaze bi rêya vê artêşa ku di aliyê teknîkî de ava kiriye û leşkerên xwe bi awayekî veşarî dixe nava wan, li dijî Kurdan şer bike. Armanca wê ya sereke dixwaze li dijî Rêveberiya Xweser a Demokratîk şer bide meşandin. Armanca wan ev e. Rêbaza yekemîn ev e.

Rêbaza duyemîn jî ev e; Bi rêya van çeteyan dixwaze xwe bigihîne hin eşîretan û bi gotina "eşîr serî hildidin" tevlîheviyê derxîne. Dixwazin bi rêya hin aliyên hundir ku bi wan re di nava têkiliyê de bixin tevgerê û çeteyên SMO’yê ji eniyê bi awayekî leşkerî bixin tevgerê. Me li Efrînê dît ku van çi dikin. Ew kujer in. Mirovan dikujin, mirovan direvînin, fîdyeyê dixwazin û mal û milkê gel talan dikin. Ev komên wiha ne. Lê MÎT'ê van hemûyan bi rêxistin kirine û ji xwe re kirine leşker. Evana bi temamî li ser navê dewleta Tirk tevdigerin. Stratejiya dewleta Tirk a li Sûriye û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ev e. Bi bikaranîna wan û hin eşîrên ji hundir ve bi derxistina tevlîheviyê re dixwaze wan tasfiye bike. Ji ber vê yekê min got "Tirkiye naxwaze li Sûriyeyê aramî pêk bê. Dixwaze şerekî domdar bê kirin." Ji xwe rayedar diaxivin û dibêjin "em ê şer bikin, em ê tasfiye bikin."

Li hemberî vê yekê bêguman divê gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hişyar be. Rola herî mezin bi taybet dikeve ser rewşenbîrên Ereb û partiyên Ereban. Dîsa gelên me yên Xiristiyan, Asûrî-Sûryanî û Ermenî xwedî roleke girîng in. Divê van plan û stratejiyên dewleta Tirk vala derbixînin. Her wiha Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya heyî dikare roleke pir girîng di avakirina Sûriyeya nû de bilîze. Di nava çolekê de mîna gulekê ne. Di nava şert û mercên heyî de rêveberiyeke demokratîk pêk tîne. Wekheviya gelan û baweriyan esas digire. Perspektîfa Neteweya Demokratîk esas digire. Eger bi rêbazên siyasî û dîplomatîk li Şam û tevahiya Sûriyeyê têbikoşin, dikarin vê modelê li tevahiya Sûriyeyê pêş bixin. Ancax bi vî rengî dikarin nîşan bidin ku dikarin yekîtiya Sûriyeyê biparêzin û ava bikin. Bêguman divê ji bo yekîtiya Sûriyeyê bikevin nava liv û tevgerê. Mînaka wekheviya rasteqîn a Kurd, Ereb, Asûrî-Sûryanî û hemû pêkhateyên din, nimûneya rêbaza demokratîk ev 9-10 sal in li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê pêkanîne.

Çawa ku Mûhammed Golanî got, "Rêveberiya me ya li Îdlibê tecrube bi dest xist. Niha em hewl didin li tevahiya Sûriyê pêk bînin", li vir mînakek li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye. Divê ev jî li ber çavan bê girtin û bikeve pratîkê. Bêguman ji bo gelan tiştekî gelekî watedar e; bi rastî jî pîroz e. Di rastiyê de ne tenê ji bo Sûriyeyê, ji bo hemû gelên herêmê mînakeke mezin e. Ji ber vê yekê divê rêveberên gelên Ereb, Asûrî-Sûryanî û Kurd hemû vê yekîtiya heyî biparêzin. Lîstikên bi vî rengî divê bên vala derxistin, têkoşîneke siyasî-demokratîk bimeşînin, bibin yek û bi vî rengî li ser maseyê birûnin û bandora xwe li tevahiya Sûriyeyê nîşan bidin. Divê armanca wan demokratîkkirina Sûriyeyê be. Îro hêza demokratîkkirina Sûriyeyê bi rêbazeke pêşverû û demokratîk niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Wê bandora xwe li ser tevahiya Sûriyeyê bike. Divê bi vî rengî têkoşînê bi rê ve bibin. Nêrîna me wisa ye; em difikirin ku divê wiha tevbigerin.

Di vê pêvajoyê de di aliyê leşkerî de gelek geşedan çêbûn. Hêzên Kurd ji Til Rifat û Şehbayê vekişiyan û ji Minbicê jî vekişiyan. Behsa lihevkirinek tê kirin. Hûn di vê mijarê de çi dibêjin?

Helbet agahiyeke me ya rasterast nîne. Em jî ji çapemeniyê dişopînin. Ji xwe her tişt tê ragihandin. Xuya ye di vê demê de hêzên Kurd û hevkarên wan ên Ereb têkoşîn meşandin. Bêguman li Sûriyeyê her tişt gelekî zû pêş ket, ti kesî texmîn nedikir ku pêşketinên bi vî rengî ji nişka ve rû bidin.

Bi dîtina me biryara vekişînê ne tenê ya hêzên leşkerî ji Şehba û Til Rifatê - ku HRE lê bû - di heman demê de vekişîna gelên li wir jî tiştekî rast û di cih de bû. Ji ber ku şerê li wêderê wê bi xwe re rîskên mezin bianîba. Rojekê şer çêbû, piştre biryara rawestandinê dan û bi awayekî serketî paşve kişiyan. 120 hezar mirov bi awayekî saxlem gihandin herêmê. Ew baş bû. Ji ber ku gelê me yê li wir gelê Efrînê bû. Berê koç kiribûn. Li kampan diman û eger li wir bimana wê aqûbeta wan nehatiba zanîn. Wê bi komkujiyê re rû bi rû bimana. Ji ber ku çete li hemberî gelê Efrînê kîn girtine. Lewma xetere bû. Bi alîkariya Fermandariya QSD'ê, gelê li wê derê bi awayekî saxlem vekişiyan. Baş bû ku mirovên me yên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê jî man. Ji ber ku hejmara gelê me yên li wê derê zêde ye, bi qasî 250 hezar mirov hene. Bêguman plana êrîşê ya Tirkiyeyê li Minbicê ket dewrê. Diyare ku hin hêzên Koalîsyona Navneteweyî ketine hewldanê, hin nîqaş çêbûne û ji bo Minbicê biryara agirbestê hat dayîn. Lihevkirineke wiha çêbûye.

Bêguman dewleta Tirk van rastiyan berovajî dike. Mînak dibêjin, “Me li Til Rifat û Şehba serketin bi dest xist.” Lê belê di rastiyê de eger ew hêz di wan tunelan de şer bikirana, ew ê 2 salan nikarîbûna wir bigirtana. Biryara xwe bi xwe dan û vekişiyan. Niha jî bi qasî ku em ji çapemeniyê dişopînin, tê gotin ku 'li Minbicê lihevkirinek çêbûye'. Bêguman mirov meraq dike, "Çima li Minbicê şerekî dijwar nehate kirin?" A rast çend roj bi ser şer re derbas bûn, lê piştre şer sekinî. Piştre hate fêmkirin ku bi navbeynkariya hêzên Koalîsyonê danûstandin hene û hate gotin, "Ne çeteyên SMO'yê yên girêdayî Tirkan û ne jî Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê wê li Minbicê nemînin. Yanî her du hêz wê ji Minbicê vekişin û meclîsa hevpar a ku wê were avakirin wê îdare bike û polîsên girêdayî wan jî hebin." Tişta ku me bihîst ev bû. Ji ber ku duh jî û îro jî daxuyanî dan. Lihevkirin bi vî rengî pêk hat û li ser vê bingehê hêzên Kurd û hevkarên wan ên Ereb şer sekinandin. Ya pêk hatiye ev e, lê dewleta Tirk dibêje "me ew der bi dest xistiye."

Li aliyê din, çeteyên Tirk êrîşî Qereqozax û Bendava Tişrînê kirin. Li wir herêmek bi navê Dêr Hafir heye, êrîşî wir kirin. Yanî xwestin sînorên xwe fireh bikin, belkî xwestin Kobanê tehdît bikin, xwestin pirê û bendavê bigirin. Ji ber vê yekê êrîş kirin. A rastî ewilî agahiya me nebû, lê niha çapemenî bi berfirehî weşandiye û dîmen hatine dayîn. Li wir şerekî mezin çêbû. Bi rastî jî hêzên QSD'ê û hêzên di bin serweriya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de berxwedaneke dîrokî li wir raber kirin. Ewqas tank û erebe hatin rûxandin û li wir hatin hiştin. Tê diyarkirin ku ji çeteyên girêdayî Tirkan zêdetirî 200 kes hatine kuştin. Dîmenên di çapemeniyê de hatin parvekirin nîşan didin ku şerekî mezin qewimî ye. Diyare ku dewleta Tirk li wê derê şer sekinandiye. Nexwe wê ranewestiyana û lihevkirina ji aliyê Fermandariya QSD'ê ve hat ragihandin, pêk neanîbana.

Lê dîsa li gorî daxuyaniya Fermandariya QSD'ê çetey li gorî lihevkirinê tevnagerin. Ji ber ku li Minbicê dibêjin, "Me serketinek bi dest xist." Lê belê, xuya ye eger hêzên QSD'ê li wir şer bikira, wê ewçend bi hêsanî bi dest nexistibûna. Divê ti kes xwe nexapîne. Çend roj berê rayedarekî Tirk digot, "Me di rojekê de Minbic bidest xist, bi vî rengî em dikarin her derê bigirin." Eger wisa difikirin, şaşîtiyeke mezin dikin. Ji ber ku yên ku bi salan xebitîn û ew tunel ava kirin, tenê ji bo şerê rojekê ava nekirin. Lihevkirinek heye, biryara agirbestê heye. Wisa dixuye ku ji bo wî paşve vedikişin.

Ji xwe di çapemeniyên xwe de dibêjin ku wan Bendava Tişrîn û Qaraqozaxê jî girtine…

Raste, cihên ku negirtine jî dibêjin ku girtine. Ev jî rêbazek şerê taybet e, lê şerekê taybet ê çawa? Bê kok e û bingehek wê nîne. Tevî ku ne li wir in û tevî ku bi dîmenên belgekirî ev yek tê nîşandan jî cardin dibêjin “Em li wir in.” Heta niha nîqaş dikin ka Tirba Şax Silêman bibin an nebin. Tevî ku ewder negirtine jî, mîna ku wan bi dest xistine, nîqaşa vê dikin. Bêyî ku wir bigirin dê çawa bibin?

Bi qasî di nîqaşan de xuya dibe li gorî lihevkirinê, tenê 7 kes wê bi çekên biçûk ên mîna demançeyan bihatina wir û nobetê bigirin. Yanî vê yekê qebûl kirin. Bêguman ev tiştekî gerdûnî ye. Eger bên cihê Tirba Şêx Silêman, ez bawer nakim ku QSD’ê yan jî gelên li wê derê li dijî derkevin. Eger lihevkirina li Minbicê pêk neyê, îhtimal e ku ya li vir jî pêk neyê. Ez tam nizanim li vir çi diqewime, lê di vir de ya ku dertê holê ew e ku dewleta Tirk şerê psîkolojîk û taybet dimeşîne û li gel ku lihevkirinek heye jî dibêje 'min bi ser xist' û wê cihên din bigire. Di rastiyê de bi rêya van çeteyan xwest were Tebqayê û vî şerî hîn bêhtir pêş ve bibe. Planeke xwe ya bi vî rengî heye, lê ev plan li wir xitimî û li wir paşve diçin. Ji ber vê yekê niha sekinîne û li wir têk çûne.

Bêguman ji niha û pê ve wê heta kengî bisekinin ez nizanim. Ez bawer nakim ku bisekinin û wê nesekinin jî. Niha rayedarên wan diaxivin, wezîrên wan ên karên derve dibêjin, “Em ê wan tine bikin.” Ji ber ku civaka Tirkiyeyê hema wisa terbiye dikin û amade dikin. A rastî ew gelên li wir in. Çi karê we li wir heye? Hûn çima êrîşê wan dikin?

Her wiha niha desthilatdariya Şamê ji nû ve ava bû û ragihandin ku divê şerê li Sûriyeyê rawest e. Diyar e ku hêzên Koalîsyonê jî dixwazin şer bisekine. Lê Tirkiye dixwaze şer bike. Bi gotineke din dixwaze bi vî rengî îradeya wan bigire bin lingan.

Destê Rêveberiya Xweser a Bakurê Rojhilatê Sûriyê xurttir e. Ew dikare bi hêztir têbikoşe. Bi kurtasî, di vê pêvajoya ku ji 30'ê Mijdarê ve tê jiyîn de, em bi giştî QSD’ê û Rêveberiya Xweser a Bakurê Rojhilatê Sûriyê di meşandina siyasetê û wergirtina helwesteke leşkerî de serketî dibînin. Di siyasetê de û di şer de jî tiştên wiha hene; Ji bo parastina nirxên stratejîk û serketina stratejîk hûn dikarin paşvekişandinên taktîk bikin. Heta dikarî tawîzan jî bidî. Divê bi vî rengî were fêmkirin. Yanî, ji ber ku xwe ji hin cih vekişandine, ne kêmasiye. Mînak, hin paşvekişandin hene şaş in. Wekî mînak, vekişandina ji Efrînê ya di sala 2018'an de ne di cihê xwe de bû. Lê ev cuda ye. Ji ber ku Sûriye ji nû ve tê avakirin. Ji ber vê girîng e. Pêwîst e rast bê nirxandin.

Di vê navberê de ez vê yekê bibêjim. Mînak koçberî di esasê xwe de şaş e. Divê kes koç neke. Lê ya Efrînê rewşeke taybet e. Ji xwe berê koç kiribû. Xwezî nekiriba, lê careke bû. Gelê me di konan de dijiyan. Li wir mabana nedibû. Gelê me yê Efrînê bi rastî jî gelekî welatparêz e. Ez wan hemûyan bi rêzdarî silav dikim. Berê ez jî bi salan di navbera wan da mam. Ew mirovên gelekî welatparêz in, dilê wan pak e û gelekî zehmetî kişandine. Ji ber vê yekê bi alîkariya QSD'ê hatina herêma xweser û parastina wan ji bo wan gelekî bi nirx e. Lê bi giştî koçberî ne rast e. Mînak divê şêniyên Şêrawa û Şehbayê bi xwe koç nekiribana. Dibe ku ewil nexwestin werin, piştre zilma çeteyan dîtin û xwestin koçber bibin. Bi dîtina me, koçkirina ji gund an jî bajarê xwe şaş e. Lê gelê Efrînê ne li gund bû; di konan de bûn, koçberî ji bo wan pêwîstiyek bû û rast e. Ji bilî vê koçberî şaş e. Êdî pêwîst e mirov bi awayekî zelal bibêje: Bila ti kes ji cih û warên xwe dernekevin. Ji ber ku tên û cihên ku ji aliyê gelê me ve hatine hiştin, dagir dikin. Pêwîst e wiha bê nirxandin.

Di vê pêvajoya ku bi giştî hat meşandin de tê fêmkirin ku gelên Kurd, Ereb û Asûrî-Sûryanî zemîneke hevpar parastine û bi xurtî sekinîne. Bi taybetî berxwedana li Qereqozax û Bendava Tişrînê ya di hefteya dawî de hat raberkirin, xwedî wateyeke mezin e. Li wir dewleta Tirk têk birin. Generalên Tirk ji bo ku wir teqez bi dest bixin li ser hev mudaxele kiribûn, balafirên şer gelek rabûn, lê nekarîn bi dest bixin. Carna bi pêş ve çûne, lê neçar mane careke din birevin. Ev îradeyeke û îradeyeke mezin li wir hatiye nîşandan.

Di encamê de em di pêvajoyek girîng û dîrokî de ne. Ji bo Rojava xetere jî mezine û derfet jî mezin e. Divê gelê me yê Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê xwe amade bike, xwe bi rêxistin bike û li hemberî her cure êrîşan amade be. Lê ji bo serketin û bidestxistina encamê jî derfetên wan ên mezin hene. Em bi hêvî û bawer in ku gelên herêma me xwedî tecrûbe ne, wê bibin yek û bi ser bikevin. Em jî di vê pêvajoya dîrokî de ji her kesî re serketinê dixwazin.