Kanada: Em amade ne penaberan vehewînin
Serokwezîrê Kanadayê Jûstîn Trûdeaû, li hemberî biryara Serokê DYA Donald Trûmp a li dijî hatina penaberan, da xuyakirin ku ew amade ne mexdûrên şer li welatê xwe vehewînin.
Serokwezîrê Kanadayê Jûstîn Trûdeaû, li hemberî biryara Serokê DYA Donald Trûmp a li dijî hatina penaberan, da xuyakirin ku ew amade ne mexdûrên şer li welatê xwe vehewînin.
Têkildarî biryara Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp de, ku hatina penaberan ji bo 4 mehan sekinand, Kanadayê daxuyaniyek da. Di daxuyaniya Kanadayê de hat ragihandin, ku ew amade ne penaberên ji şer reviyane vehewînin.
Serokwezîrê Kanadayê Jûstîn Trûdeaû bi rêya twîtterê daxuyaniyek weşand û diyar kir, berevajî DYA welatê wî amade ye penaberên ji şer reviyane vehewîne. Trûdeaû destnîşan kir, ku hemû penaberên ji ber şer, hevrikiya siyasî û êrîşên terorîstî reviyane, 'bêyî cihêkariyê bixin navbera baweriyan' amade, wê ji aliyê gelê Kanadayê ve bên hewandin.
Trûdeaû di dawiya peyama xwe de wêneyekî bi zarokeke Sûriyeyî kişandibû, ku di dawiya sala 2015'an de li Balafirgeha Torontoyê tevî malbata xwe hatibû, parve kir.
Jûstîn Trûdeaû ku di Mijdara 2015'an de bû Serokwezîr, destûr da bû ku 39 hezar penaber bê welatî wî.