Kamara Lordan dixwaze Plana Brexîtê were guhertin

Tê payîn, hikûmeta Brîtanyayê heta dawiya meha pêş serlêdana derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê (YE) bike. Tê gotin, Kamara Lordan wê zextê li hikûmetê bike ku hin guhertinan bike.

Li Kamara Avamê, ku baskê jêrîn ê Parlamenta Brîtanyayê ye, roja 9'ê Sibatê dengdan hatibû kirin û di encamê de erk ji hikûmetê re hatibû dayîn ku ji bo derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê (Brexît) serlêdanê bike.

Lê belê, ji ber ku hejmara endamên Partiya Mûxafazakar a bi lîderiya Serokwezîr Theresa May li Komara Lordan kêm e, tê texmînkirin ku wê neçar bimîne di du mijaran de guhertinan bike.

Dengdana li Kamara Lordan, ku baskê jorîn ê parlamentê ye, wê sibe bê kirin. Di nîqaşên beriya vê dengdanê de, mijara garantiyên ji bo 3 mîlyon welatiyên Yekîtiya Ewropayê yên li Brîtanyayê derdikeve pêş. Li gorî agahiyên ji aliyê Partiya Karker ve hatine dayîn, Lord dixwazin, eger welatê wan ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve jî, derfet bê dayîn ku welatiyên welatên yekîtiyê li Brîtanyayê bimînin.

Aliyekî din ku Lord li ser disekinin jî ew e, weke şert bê qebûlkirin ku lihevkirina di danûstandinên Brexîtê de bi YE re bê kirin, pêşkêşî dengdana parlamentê werekirin.

Eger di dengdana sibe de Kamara Lordan di van guhertinan de israr bike, wê pêşnûmeya Brexîtê ya beriya niha hat erêkirin, li Kamara Avamê bê vegerandin. Ev yek jî wê bibe sedem ku plana Brexîstê ya hikûmetê dereng bikeve.