Johnson: Rûsya xwe ji şerê herî mezin ê ji sala 1945'an û vir ve amade dike
Serokwezîrê Îngilistanê Borîs Johnson îdîa kir ku Rûsya xwe ji şerê herî mezin ê ji sala 1945'an û vir ve amade dike.
Serokwezîrê Îngilistanê Borîs Johnson îdîa kir ku Rûsya xwe ji şerê herî mezin ê ji sala 1945'an û vir ve amade dike.
Krîza Ûkraynayê giran dibe. Daxuyanî li ser hev tên dayin û tê îdîakirin ku di her kêliyê de şer dikare biqewime. Kîev û Washîngton, Rûsyayê sûcdar dikin ku 150 hezar leşker li ser sînor bi cih kiriye.
Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê (OSCE) diyar kir ku li herema Donbassê ya di bin kontrola hêzên alîgirê Rûsyayê de ye, di nava 24 saetên dawî de zêdeyî 1500 carî agirbest hatiye binpêkirin.
Medya Rûsyayê ragihand ku di şeva Şemî-Yekşemê de hêzên Ûkraynayê herî kêm 204 caran obus avêtine herêma Donbassê. Di encama van êrişan de tê gotin ku li herêma Lûganskê sivîl hatine kuştin.
Komarên Donetsk û Lûganskê ragihandin ku di serî de jin, zarok û extiyar, wê sivîl ber bi Rûsyayê ve bêne veguhastin. Ji bo mirovên di navbera 18-55 salî de seferberî hate ragihandin.
Wezareta Parastinê ya Belarûsê jî liv û tevgera leşkerî ya li ser sînor û aloziya li Donbassê kir hincet û diyar kir ku wê tatbîqatên leşkerî yên bi Rûsyayê re dewam bikin.
Îngilistan jî amadekariyan ji bo pêkanînên aborî dike. Serokwezîr Borîs Johnson îdîa kir ku Rûsya xwqe ji bo şerê herî mezin ê ji sala 1945'an û vir ve amade dike.
Johnson diyar kir ku li gorî "agahiyên îstîxbaratî" û diyar kir ku dagirkeriya Rûs ne tenê ji aliyê rojhilat ve her wiha wê ji bo dorpêçkirina Kîevê ji aliyê Belarûsê ve jî ji bakur bê kirin.
Serokê DYE'yê Joe Biden jî diyar kir ku Rûsya di 'her kêliyê' de dikare êriş bike. Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku weke hewldaneke dawî wê bi Vladîmîr Pûtîn re hevdîtinê bike.