Ji xwîna ejderê Komodo wê antîbiyotîkek super bê çêkirin
Di encama lêkolînan de derket holê, ku hin bakteriyên di xwîna ejderê Komodo de hene, ku kujer in, wê karibe li dijî bakteriyên super ên antîbiyotîk bi kêrî wan nayê, bên bikaranîn.
Di encama lêkolînan de derket holê, ku hin bakteriyên di xwîna ejderê Komodo de hene, ku kujer in, wê karibe li dijî bakteriyên super ên antîbiyotîk bi kêrî wan nayê, bên bikaranîn.
Lêkolîn ji aliyê pisporên Zanîngeha George Mason a li Vîrgînîa ya DYA'yê û di kovara zanistiyê ya bi navê Scîence Alert de hat weşandin.
Pisporan, dema ku dîtin ejderên Komodo (mezintirîn gumgumokên li ser rûyê erdê) hevdu gez dikin lê namirin, dest bi lêkolînkirina xwîna van heywanan kirin. Pisporan di xwîna ejderê Komodo de 48 celebên peptît ên mîkrobê dikujin, tespît kirin. 8 ji van jî sentetîze kirin.
Pisporan piştre ev peptît li ser 2 cureyên bakteriyan ceribandin, ku ev cureyên bakteriyan weke 'bakteriya super' tên binavkirin û aktîbiyotîk nikarin bi wan. Di encama testan de, derket holê ku 7 ji peptîtên di xwîna ejderê Komodo de, ev herdu bakterî tine kirin. Yek jê jî tenê bakteriyek ji holê rakir.
Kîmyagera biyo Monîqûe Van Hoek, ku yek ji van lêkolîneran e, li ser mijarê axivî û anî ziman, peptîtên kujerê mîkroban ku wan tespît kirine, peptîtên ku di sîstema parastinê ya mirovan de, di hefteyên destpêkê de li dijî enfeksiyona bakteriyan tên hilberîn e.
Pispor bi hêvî ne, ku ji peptîtên di xwîna ejderê Komodo de hene, li dijî bakteriyên zext, antîbiyotîkan amade bikin. Lê pispor dibêjin, lêkolînên di vî warî de divê hê bên xurtkirin.
Wê were lêkolînkirin, bê peptîtên di xwîna ejderê Komodo de heye, di xwîna hin heywanên din an jî bedena mirovan de hene yan na. Her wiha wê were lêkolînkirin bê ev peptît çawa çêbûne.