Ji WHO’yê perwerdehiya li dijî tundiya li dijî jinê

Ofîsên herêmî yên Ewropa û Rojhilata Navîn yên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) xizmetek ji bo başkirin û pêşvebirina tîmên tenduristiyê yên li ser jinên mexdûrê tundiya fîzîkî û cinsî kar dikin, dan destpêkirin.

Perwerde li Tûnisa paytexta Tûnisê hate lidarxistin û di perwerdeyê de tê hedefkirin ku tîmên tenduristiyê bi lezgîn alikariya derûnî bidin jinên ku li rastî tundiyê hatine û sax mane. 

Armanca vê perwerdeyê ew e ku hunerweriya pratîkî û sepandî bide rêvebirên dezgehên tenduristiyê, rayedarên wezareta tenduristiyê, nûnerên civaka sivîl û karkerên tenduristiyê.

Melanîe Hyde ku pispora têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan a Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ye, got, ‘’Ev hevkariya di navbera du herêmên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê de, li aliyekê derfeteke girîng e ku beşdar tecrûbeyên xwe parve bikin û li aliyekê jî ji bo avakirina torên nû pir girîg e.’’

Karkerên tenduristiyê yên ku li 12 welatan dixebitin, beşdarî perwerdeyê bûn.

Tenê li Herêma Ewropayê ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, ji her çar  jinan yek ên 15 heta 49 salî, ji hêla hevserê xwe yan jî kesek din ve li rastî tundiya fîzîkî yan jî cinsî tê.